Diyarname
Mebûsê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik got bila Tirkiye bi straneke kurdî beşdarî Eurovisionê bibin û got: "Bi vî awayî dikare peyameke girîng bide dinyayê."
Îsal li ser navê Tirkiyeyê Can Bonomo beşdarî Eurovisionê dibe û ew dê strana bi îngilîzî "Love me back" bistrê. Di salên dawî de Tirkiye bi strana îngilîzî beşdar dibe. Mebûsê BDP'ê Sakik beşdariya bi strana îngilîzî nirxand û got: "Me dît ku daxwazeke bi îngilîzî heye. A rast pêdivî bi vê nîn e. Tirkî nebû, dikare straneke bi kurdî yan ermenî be."
Sakik got ku hunermendek kurd bişînin Eurovisionê rê peyamek girîng be û got: "A rast ev yek nîşandayîna cudahiyan a ji bo raya giştî ye. Min pêşniyarnameyeke da û min pirsî ku em çima wisa nakin. Vê demê nebû lê dikare ji bo careke din çêbibe."
Sakik wisa dom kir: "Ji bo Eurovisionê hunermendek kurd û straneke bi kurdî dê tesîreke çawa li ser dinyayê çêbike? Biratiyê dê xurtir bikin. Ger firsendeke wisa bidin dê hemû dinya bibîne ku kurdî zimanekî girîng ê wêjeyê ye."
Tirkiye bi strana îngilîzî beşdarî Eurovisionê dibe. Bulgaristanê jî biryar da ku hunermend Sofi Marinova beşdar bibe. Marinova strana "Love Unlimited" (Eşqa Bêsînor) hilbijartiye di stranê de gotinên tirkî wekî "Seviyorum seni" (Ez hez dikim ji te) jî bi cih kirine. Eurovisiona îsal li paytexta Azarbaycan li Bakuyê li dar dikeve.