logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Festîvala Fîlman a Bogazîçî bi fîlmê 'Ummu Gulsum' dest pê kir
  2. Derbiya kurdan wekhev bi dawî bû
  3. DEM Partî li ÎBB'ê Koma Meclisê ava kir
  4. FIFA'yê 11'ên serketiyên yên salê eşkere kirin
  5. Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket
news-details

Gorna Ehmedê Xanî

Dema mirov navê Bazîdê dibîhîse, berî her tiştî, sê taybetî û sê pîroziyên li Bazîdê tên bîra mirovan, 1 – Çiyayê Agirî,

  • Dîrok: 07/03/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk Aykoç

Dema mirov navê Bazîdê dibîhîse, berî her tiştî, sê taybetî û sê pîroziyên li Bazîdê tên bîra mirovan, 1 – Çiyayê Agirî, 2 – Qesra Îsheq Paşa, 3 – Gorna Ehmedê Xanî. Divê her kurd ê ku lingê wî/wê bi Bazîdê bikeve, van taybetmendiyên bi dîrok, wêje û bîra me re têkildar, teqez ziyaret bike. Heta, ev ji heca her baweriyê pîroztir e. Ez ê li ser vê mijarê, bi agahiyên hindik jî be, gorna Ehmedê Xanî bidim nasandin. Mixabin ku derbarê avakirina kumbeta li ser gorna Ehmedê Xanî de agahiyên heyî gelek kêm in. Ez ê jî bi wan kêm agahiyan hewl bidim ku bikanim bidim nasandin. Lê berê çend gotinên kurt li ser pîrê wêje û bîra me Ehmedê Xanî:

Derbarê cihê bûyîna Ehmedê Xanî de du dîtin hene, dîtina yekê ev e; tê gotin ku li gundê Xanî yê Hekariyan hatiye cihanê, piştî xwendina xwe ya bingehîn li wir qedandîye, hê nû çûye Bazîdê. Dîtina diduyan jî ev e; bavê wî gorbihuşt Îlyas /Elyas keyxwidayê (kadî) Mîr Mehmûdê kalikê Îsheq Paşa bûye û Ehmedê Xanî li Bazîdê hatiye dinê. Bes mejûyê rojbûna wî di peşgotina romana helbestî Mem û Zînê de heye û wiha dinivîse: “Lewra ku dema ji xaybê fek bû, tarixê hezâr û şêst û yek bû” Ev bi mîladî dibe 1651-2. Bes kirasguhertina wî baş tê zanîn, wî sala 1707´an qedem guhestiye. Ehmedê Xanî wê serdemê bi erebî, farisî, osmanî û kurdî xwendiye û bi her çar zimanan jî nivîsiye. Bes berhemên wî yên navdar bi kurdî ne. Navê wan ev in: 1- Nûbehara Biçûkan 2- Eqîdeya Îmanê 3- Mem û Zîn  4- Dîwan

Di warê zanyarî û tesewufê de mirovekî herî kamil û têgîhîştî ye. Lema, jê re “Reis -ul Ulema” hatiye gotin. Yanê formeke profesoriyê ye. Berhema wî ya herî navdar “Mem û Zîn” e. Ehmedê xanî Destana Memê Alan di kesayetiya çîrokeke evînê ya li Cizîrê de adapte kiriye li serdema xwe û ew bi hestê neteweyî xemilandiye. Wê serdemê, gelek serûbinbûnên dîrokî li Kurdistanê pêk tên. Osmanî û Sefewiyan em bi navê dîn parçe kiribûn û kiribûn Sunî û Kumsorî (Qizilbaş). Bûyera herî girîng jî peymana “Qesrî Şîrîn” e. Bi wê peymanê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi awayê neyê guhertin, tê parçekirin. Heta îngilîz û fransiyan di peymana “Sykes-Picot” de jî dest neda wî sînorî. Ehmedê Xanî wekî bersiva wê parçebûna welêt, van dubeytan dinivîse. “…Ger dê hebûya me padişahek /La‘iq bidiya Xwidê kulahek ...  Ez mame di hikmeta Xwidê da / Kirmanc -î di dewleta dinê da / Aya bi çi wechî mane mehrûm? /Bîl cumle ji bo çi bûne mehkûm? …”

21´ê Sibatê/Reşemiyê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bû. Ehmedê Xanî li ser girîngîya zimanê dayikê ta wê serdemê ji bo piçûkan wiha dinivîse: “…Safî şemirand, vexwarî durdî /Menende Durê lîsanê Kurdî / Înaye nîzam û întîzamê / Kêşaye cefa ji boyê amê /Da xelqî nebêjitin Ekrad /Bê marîfet in, bê esl û binyad / Enwayê Milet xwedan kitêb in /Kurmanc tenê di bê hesêb in…”

Min di nivîsên din de ragihandibû ku Gorna Ehmedê Xanî, Qesra Îshaq Paşa û Keleha Bazîdê (Keleha Sor) sêkoşeyeke rast pêk tîne. Gorna gorbihuşt li başûrrojhilatê Keleha Bazîdê û li rojhilatê Qesra Îshaq Paşa li ser girê goristana Bazîda kevn hatiye lêkirin. Ev berpalê şakeke çiyayê Şêresurka /Şêresiyar ye. Anegorî agahiyên kêm jî em têdigêhêjin ku cara yekem di serdema lêkirina Qesra Îshaq Paşa de bi qubeyeke di forma Agirdang (Hurmizgan) de hatiye lêkirin. Kevirên di dîwarê Kumbeta Gorna gorbihuşt û di Qesra Îshaq Paşa de hatine bikaranîn ji heman kana keviran in. Lê di pêvajoya salan de bi pirranî tê ruxandin. Hin dîwarên wî û nîvê qubeya kumbetê li pê dimînin.

Çîroka ji nû ve lêkirina wî jî wiha ye: Di sala 1973- 1975’an de endamên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yên kurd xwerû jî serokê partiyê yê Bazîdê, Mustafa Ozbay bi tevî hevalên xwe parêzer Bahattin Eryilmaz, Erdogan Teomete û endezyar Veysel Çamlibel bi navê “Şêresiyar” kovarekê derdixin û di vê kovarê de mijara ji nû ve lêkirine Kumbeta Gorna Ehmedê Xanî derdixin pêş. Berê hem meleyên herêmê û hem jî partiya TÎP li ber radibin. Piştî xebata vê însiyatîfê, piştgirî ji gel û meleyên welêtparêz jî tê girtin. Dema darbeya leşkerî tê, ev proje tê rawestandin. Piştre dîsa dest bi xebatê dikin. Sala 1996´an bi alîkariya şaredarê Bazîdê, Mahmut Kotan û mutahîdên heremê yên welatparêz û piştgiriya gelê Bazîdê, kumbet û mizgefta Ehmedê Xanî tê tewawkirin û şeklê xwe yê îro digire. Dû re, şaredariyên welatparêz hin projeyên din bi pêş dixin, lê dewleta serdest pêşî li wan digire.

Bêgûman jiyana Ehmedê Xanî bi paragrafek du paragrafan nabe, xebateke berfireh divê, lê ji bo qunciknîvîsekê, ev jî wekî agahî bes in. Bi hêviya ku her kurd hem Qesra Îsheq Paşa û hem jî gorna pîrê hizra neteweyî Ehmedê Xanî ziyaret bikin. Hetanî keleh û cihekî din ê dîrokî bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

04.03.3022, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Nirxandina li ser “Qîza Bavê Xwe”

ad

Barzanî û Talebanî peyam belav kirin

ad

Hevserok û rêveberiya nû a PEN’a Kurd diyar bû

ad

Hunermend Rojda hat binçavkirin

ad

Nivîskarên kurd ji bo Rojava diçin Nisêbînê (Deqeya dawî)

ad

Pirsa rojê: Rojek çend saet e? Bersiv: 25!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî bi fîlmê 'Ummu Gulsum' dest pê kir

  • 09 11 2026
news

Derbiya kurdan wekhev bi dawî bû

  • 09 11 2026
news

DEM Partî li ÎBB'ê Koma Meclisê ava kir

  • 09 11 2026
news

FIFA'yê 11'ên serketiyên yên salê eşkere kirin

  • 09 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname