Diyarname
Endamê Meclisa TZPKurdî Hemîd Dilbihar ku sê meh in li girtîgehê ye îro hat berdan.
Di 10'ê rezbera 2008'an de li Batmanê mîtînga li ser ziman bi navê "Ez bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" hat li dar xistin. Di wê mîtîngê de endamê Meclisa TZPKurdî û nivîskar Hemîd Dilbijart bi kurdî axaftineke kir. Dadgehê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye ew li Wanê girt bin çavan, bir Batmanê û dûre tewqîf kir. Danişîna doza Dilbihar îro li 6'emîn Cezaya Dedgeha Cezaya Giran a li Amedê li dar ket.
Dadgehê di yekemîn danişîna dozê li gor Xala 7/2'an a Zagona Têkoşîna bi Terorê re ya bi Hejmara 3713'an 2 sal ceza da Dilbihar. Li gorî Xala 62'yemîn a TCK'ê cezayê Dilbihar heta salek û 8 mehan hate daxistin. Piştre heyeta dadgehê rojên ku Dilbihar di girtîgehê de derbas kirin ejî hesiband Û ew serbest berda.