AMED (DÎHA)
Bertekên li dijî biryara "Îstîmlaqkirina lezgîn" a Lijneya Wezîran ku der bare Sûrê de hatibû girtin zêde dibin. Parêzera Odeya Mîmarên Amedê Devrim Bariş Baran, xwest malbatên ku xaniyê wan li Sûrê hene berî her tiştî doza betalkirina Îstîmlaqkirinê vekin û hemû kesên mal û milkê wan li wir heye serî bi buroyên hiqûqê bidin.
Hikûmeta AKP'ê piştî dorpêç û topbarana li Sûrê biryara "Îstîmlaqkirina lezgîn" ji bo Sûrê derxist. Piştî biryara "Îstîmlaqkirna lezgîn" bertek û nerazîbûn zêde dibin. Parêzera Odeya Mîmarên Amedê Devrim Bariş Baran, xwest malbatên ku xaniyê wan li Sûrê hene berî her tiştî doza betalkirina Îstîmlaqkirinê vekin û hemû kesên mal û milkê wan li wir heye serî li buroyên hiqûqê bidin. Prz. Baran, anî ziman ku biryarek kêfî ye û li dijî maên welatiyên Sûrê ye.
Prz. Baran, da zanîn ku dê serî li Şûreya Dewletê bidin û bixwazin ev biryar bê betalkirin. Baran, bilêv kir ku dê pişt re dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî û wiha got: "Em bang li hemû welatiyên ku mal û milkê wan li wir hene dikin ku bi lezgîn biçin doza betalkirinê li Şûreya Dewletê bidin. Ji bo vê yekê jî divê malbat û kesên serîlêdanê bikin biçin buroyên hiqûqê û alîkariya hiqûqî bixwazin."
Parêzera Odeya Mîmarên Amedê Baran destnîşan kir ku biryar divê ji bo avakirin û parastinê bin û ne ji bo hilweşîn û xerakirinê bin. Baran, bi bîr xist ku li gorî zagona hejmar 2863 a Parastina Weqfa Çand û Tebîetê ev warên dîrokî û çandî nayên Îstîmlaqkirin û wiha berdewam kir: "Tu erk û rayeya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê li ser vê tune ye. Tenê Wezareta Çand û Turîzmê li ser vê mijarê xwedî maf û raye ye. Dema Wezareta Çand û Turîzmê biryar bide jî divê ji bo parastin û pêşxistinê be."
'Li şûna warên dîrokî qereqol nayên avakirin'
Prz. Baran, anî ziman ku di biryara Wezîra Lijneyan de tu îzah û mijarek vekirî tune û plana dê çi çawa bikin tune ye û wiha axivî: "Di qada planê de Mala Dengbêjan a aîdî Odeya Mîmarên Amedê jî heye. Ger ku ev der bê Îstîmlaqkirin dê li vir çi bê kirin ne diyar e. Ev rewşek kêfî û li dijî zagonan e. Divê gavên bên avêtin ji bo xizmeta civakê be. Li şûna van avahiyên dîrokî nikarin qereqolên polîsan ava bikin. Zagon jî vê yekê piştrast dikin."
Baran, da zanîn ku ew dê dozê bibin Dadgeha Hiqûqê ya Asliye û berî her tiştî der barê biryara Lijneya Wezîran de dê doza betalkirinê vekin û wiha berdewam kir: "Ger ku Şûreya Dewletê erê bike em dê doza xwe li Dadgehên Hiqûqê ya Asliye berdewam bikin. Em dê di elehê Serokwezîr de dozê vekin. Em dê bêjin ev biryar li dijî Zagona Bingehîn e. Dîsa ev biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Em dê di demek nezîk de serî li Şûreya Dewletê bidin."
'Karê malbatan ê ewil bila dozê vekin'
Prz. Baran herî dawî xwest malbatên ku xaniyê wan li Sûrê hene berî her tiştî doza betalkirina Îstîmlaqkirinê vekin û hemû kesên mal û milkê wan li wir heye serî bi buroyên hiqûqê bidin.