Diyarname
Li Taywanê dema leşkeriya mecbûrî 4 meh bû, derxistin salek. Ev biryar piştî salek, dê roja 1'ê rêbendana 2024'an dest pê bike. Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen ev biryar ragihand û got ku li hemberî tehdîda Çînê ya li hemberî Taywanê, wan ev biryar girtiye.
Li gor nûçeya Mustafa Bag a di Euronewsê de, Çînê bi îdîaya serdestiya xwe, di sê salên dawî de hewla xwe ya leşkerî, dîplomatîk û aborî ya li hemberî Taywanê bilindtir kiriye, di sê salên dawî de hema hema her roj li dora giravê operasyonên leşkerî didomîne.
Tsai gotiye, “Li hemberî îhtîmala êrîşa Çînê, ji bo em parastina Giravê xurt bikin me ev biryar girtiye.”
Serokdewleta Taywanê Tsai Ing-wen diyar kiriye ku ev biryareke zehmet e û wisa gotiye, “Her ku Taywan bi têra xwe xurt be, dê li hemû dinyayê navenda azadî û demokrasiyê be û nebe cihê şer. Di navbera demokrasî û dîktatorî de em aliyê demokrasiyê ne. Di navbera şer û aştiyê de em di aştiyê de israr dikin. Ji bo parastina welatê xwe, ji bo parastina demokrasiyê emê dilpolayî û biryardarî nîşan bidin.”
Serokdewleta Taywanê ragihandiye ku dê leşkerên wan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bêne perwerdekirin, û gotiye ku perwerdehiya şer, bikaranîna fuzeyên stînger û fuzeyên tangşikên jî di nav vê perwerdehiyê de ye.
***
Du nûçeyên di vê çarçoveyê de: