AMED
Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Ameda Sûrê, li ser serîlêdana Qeymeqamiyê biryar da ku li hin herêmên navçeya Sûrê, ji ber hinceta 'ewlekariyê' sindoq neyên danîn.
Lijneyê 57 sindoqên li taxên Cemal Yilmaz, Suleyman Nazîf, Alî Paşa, Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîh Paşa, Savaş, Hasirli û Îskender Paşa, li dibistana navîn a Îmam Hatîp a Alparslan, dibistana seretayî ya Ziya Gokalp, lîseya Melîk Ahmet û dibistana navîn a Tevfîk Fîkret ên li taxên cuda yên navçeyê werin danîn.
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sûrê jî ragihand ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin