Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rêveberiya Joe Biden ji bo sala bê butçeya parastinê 45 mîlyar dolar zêdetir kir û derxist 858 mîlyar dolarî. Û ev pêşniyar pêşkêşî Senatoya DYA’yê kirin, Senatoyê butçe erê kir.
Hefteya çûyî li Meclisa Nûneran a DYA’yê de ev butçe li hemberî 80 dengan bi 350 dengan hatibû erêkirin. Niha Senatoyê jî butçe erê kir. Di dengdana Senatoyê de 83 kesan dengên erê, 11 endaman jî dengên na da. Niha dê Biden vê butçeyê îmze bike.
Çend xalên ji butçeyê:
- Di nav butçeyê de biryar e sedî 4.6 meaşên leşkeran zêde bikin.
- Ji bo li Iraq û Sûriyeyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bê bikaranîn 502 mîlyon û 926 hezar dolar hatiye veqetandin. YPG jî tê de vê butçeyê ji bo hevkarên xwe dê bikar bîne.
- Ji bo Ûkraynayê 800 mîlyar dolar hatiye veqetandin.
- Biryar e ji bo Tayvanê heta 2027’an 10 mîlyar dolar alîkariya leşkerî bê kirin.
- Ji bo xerckirina operasyonên leşkerî yên DYA’yê yên ku dê li Ewropayê pêk bîne 6 mîlyar dolar veqetandine..