Diyarname
Hejmara kesên ji Tirkiyeyê îsal çûne Almanyayê û ji bo penaberiyê serî lê dane gelek zêde bûye. Îsal ev hejmar gihîştiye 20 hezar û 802 kesî.
Elmas Topçu di DW Tirkî de nûçeya xwe saz kiriye û daneyên ku ji BAMF’ê (Daîreya Penaber û Koçê ya Federal) girtine pêşkêş kirine.
Li gor nûçeyê ji Tirkiyeyê ji welatên wekî Iraq, Gurcistan, Îran, Somalî, Erître, Moldova zêdetir çûne Almanyayê û serîlêdan kirine. Di vî warî de piştî kesên ji Sûriye û Afganistanê serîlêdan kirine, Tirkiye bûye sêyemîn ku hemwelatiyên wê serîladana penaberiyê kirine.
Va ne çend agahiyên din:
- Parêzer Dundar Kelloglu di saziyeke sivîl a li Konseya Penaberan a Saksonyaya Jêrîn dixebite û dibêje ku bi qasî ji serîlêdanên ji bo wan hatine kirin wî dîtiye, piraniya kesên serî lê didin ciwan in. Keloglu wisa goti, *Piranî ji ber rewşa siyasî û aborî hatine. Li Tirkiyeyê pêşeroja wan tunebûye, loma hatine. Ji sala 1997’an ve em li vê qadê dixebitin, me gelek doz vekirine, tu demê rewşa li Tirkiyeyê bi qasî niha ne tarî bûye.
FERQA 2021-2022'YAN
- Di navbera mehên rêbendan û sermaweza 2022’yan de 20 hezar û 802 kesî serîlêdana penaberiyê kiriye. Ji vê reqebê 19 hezar û 754 kesî cara yekem serîlêdana penaberiyê kiriye. Par ev reqem 6 hezar û 254 bû. Bi vî awayî sedî 216 serîlêdan zêde bûye.
- Di meha sermaweza 2021’ê de 764 kesî serîlêdan kiriye, di sermaweza îsal de 4 hezar û 691 kesî serîlêdan kiriye.
- Kelloglu dibêje: “Gelek kesên bi rêyên qaçax hatine serîlêdan nekirine, ji ber ku di cih de ew ji kîjan welatî ketibin nava Almanyayê bi paş ve dişînin wir loma jî serîlêdan nakin. Bi vî awayî hejmara kesên ji bo penaberiyê ji hejmara hatiye diyarkirin qat bi qat zêdetir e. Ez dikarim bêjim ev hejmar sê qat zêdetir e, her wiha texmîn ew e zêdetir be jî.
SALÊN 2006 - 2015'AN
- Di navbera salên 2006-2015’an de hejmara kesên serî li penaberiya ALmanyayê dane di navbera hezar û 400 û 2 hezarî de bûye.
- Di sala 2015’an de hejmara kesên serî lli penaberiyê dane hezar û 767 kes bûne, lê piştî 2016’an bi debeyê de ast bilind bûye, wê salê derketiye 5 hezar û 742.
- D isala 2017’an de derketiye 8 hezar û 483, 2018’an de 10 hezar û 356, 2019’an de derketiye 10 hezar û 833 kesî.
- Di sala 2020’î de ji ber pandemiyê gelek daketiye, hejmar bûye 6 hezar û 562, 2021’ê de bûye 7 hezar û 873 û di 11 mehên îsal de hejmar 20 hezarî derbas kiriye.
HEJMARA KURDAN ZÊDE DIBE LÊ…
Li gor daneyên di mehên rêbendan-kewçêrê de ji 15 hezar û 957 kesên ji Tirkiyeyê serîlêdan kirine 2 hezar û 865 kesî gotiye em tirk in, 12 hezar û 966 kesî gotine em kurd in. Di sala 2021’ê de ji 7 hezar û 873 kesên serîlêdan kirine 3 heza û 19 kesî gotibûn em tirk in, 4 hezar û 522 kesî gotine em kurd in. Di nav serîlêdana ji bo penaberiyê de hejmara kurdan zêde dibe. Lê di serîlêdanên îsal de ji serîlêdanan serî 73.8 ê tirkan hatiye qebûlkirin, lê yê kurdan tenê sedî 8.9 hatiye qebûlkirin. Di navbera mehên rêbendan-kewçêrê de ji tirkan 451 kesî red girtiye, lê ji serîlêdana yê gotine em kurd in 3 hezar û 847 kesî red girtiye. 2021’ê de serîlêdana ji tirkan asta qebûlkirinê sedî 77 bû, ji yên kurdan sedî 10.7 bû.
SEDEMA QEBÛL Û REDÊ
Parêzer Kelloglu gotiye, “Yên gotine em tirk in piranî endamên Cemaeta Gulen in, perwerde dîtine, burokrasiyê dizanin û li Almanyayê bi dûketina mafê xwe, di xwe îfadekirinê de jîr in, loma asta qebûlkirina serîlêdana wan bilind e. Berevajî, yên dibêjin em kurd in, yan asta perwerdehî yan xwe îfadekirin hintik e, ligel vê yekê di warê pêşkêşkirina delîlan ku li Tirkiyeyê zor li ser wan heye de zehmetî dikişînin. ALmanya delîlan dixwaze. Di gelek dosyayan de biryara veşarî li ser heye. Dîsa ji van, li HDP xebitiye, HDP di fermiyetê de partiyeke siysî ye, lê di lêpirsînê de ew wekî PKK’ê tê dîtin û ji ber vê jî nikarin li Almanyayê delîlan pêşkêş bikin. Lewma sedema îspata serîlêdana kurdan zehmet e, loma gelek ji wan têne redkirin.”
***
Nûçeyên 2022'yan
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eşkere kir