Diyarname
Şêxê Qatarê Hamad Bin Abdullah Al Sani di salên 2014 û 2015’an de ji bazirganekî brîtanyayî ê bi navê John Eskenazi heft heb “Berhemên antîka” kirîn. Di nav van de serê xweda Dianysos, peykerê xwewend Hari Hara ku bi 1.9 mîlyon sterlînî bû û ‘bazinê ji mar’ ku bi tûrkûaz û granat hatibû neqişandin hebûn. Lê niha derket holê ku ev bazinê ku bazirgan firotiye Şêxê Qatarê sexte ye.
Bazirgan John Eskenazi qebûl kir ku ev bazin sexte ye lê îdîa kir ku dema wî ev bazin firotiye nizanibûye ku sexte ye.
Bazirgan John Eskenazi qebûl kir ku bazinê sexte firotiye.