Diyarname
YouTube her sal strana herî populer a salê hildibijêre. Îsal jî strana herî populer û 10 ên derketine pêş eşkere kir. Li gor nûçeya NTV muzîka fîlmê anîmasyonî “Encanto” wekî strana herî populer derketiye pêş. YouTube stranên di navbera 1’ê rêbendana 2022’yan û 15’ê sermaweza 2022’yan de hatine belavkirin nirxandin û ji nav van stran hilbijartin. Di encamê de strana bi navê “We Don’t Talk About Bruno” strana muzîka “Encanto” ye wekî Strana Herî Populer a 2022’yan hat hilbijartin.
Lîsteya 10 stranên herî populer jî bi vî rengî çêbû:
- 1. Encanto Cast – “We Don’t Talk About Bruno”
- 2. Kodak Black – “Super Gremlin”
- 3. Jessica Darrow – “Surface Pressure”
- 4. Bad Bunny – “Tití Me Preguntó”
- 5. Future – “Wait for U” feat. Drake, Tems
- 6. Bad Bunny, Chencho Corleone – “Me Porto Bonito”
- 7. Karol G, Becky G – “Mamiii”
- 8. Imagine Dragons x JID – “Enemy”
- 9. Karol G – “Provenza”
- 10. Lil Baby – “In a Minute”
Va ye ew stran: