Samî Tan
Her kes li ser vê yekê li hev dike ku serdema em tê de serdema zanist û agahiyê ye. Civakên ku di warê ramangerî de baş perwerde bûne û baş bi rêxistin bûne dikarin di gelek waran de ji mirovahiyê re pêşengiyê bikin. Demekê kê zêdetir pez û dewar; erd û zevî hebûna kesê herî dewlemend ew bû. Niha kîjan civak xwediyê hêzeke xurt û rêxistî ya ramanî be, kîjanê dem û dezgeh ava kiribin û mirovên jêhatî û gihîştî gihandibin ev dikare pêşengiya mirovahiyê bike.
Zanist zanîn û agahiya bi pergal e. Di zanistê de rêbaz û pergal gelekî girîng e. Ji bo vê yekê jî xebatên zanistî li gorî rêbazên zanistî û di saziyên zanistî de pêk tê. Civakeke ku saziyên xwe yên perwerdehî û akademîk pêk neanîbin nikarin ramana xwe bi awayekî xurt bi pêş bixin û pêşkêşî mirovahiyê bikin.
Zanîn û agahî bi awayekî daneheva ezmûn û tecrûbeya mirovan e. Mirovahî di domana hebûna xwe de hînî gelek tiştan dibe, vê zanîna xwe li gorî hinek rêz û rêçikan birêxistin dike, li ser vê bingehê saziyan ava dike û nifşên nû perwerde dike.
Tevgerên ramanî di dîroka mirovahiyê de jî gelekî girîng in, pirî caran çarenûsa mirovahiyê diyar dikin. Hin caran tevgereke ramanî wekî olekê xwe bi rêxistin dike û bandorê li jiyana mirovahiyê dike. Hin caran jî wekî tevgereke felsefeyî xwe birêxistin dike û rê nîşanî mirovan dide. Mirov dikare di vî warî de gelek mînakan bide; ji olên Zerdeştî, Manî, Konfûçyûs heta Xaçparêzî û misilmaniyê, ji ramanên felsefeyî yên yewnana antîk heta marksîzmê hemû xwediyê heman taybetiyan in.
Tevgera Azadiyê bi qasî ku tevgereke siyasî ye, belkî ji wê zêdetir tevgereke ramangerî û felsefeyî ye. Di têkoşîna vê tevgerê de bi qasî xebatên pratîk, xebatên teorîk û ramanî jî girîng in. Her wiha di têkoşîna gelê kurd de perwerdehî cihekî taybet werdigire. Bi hezaran mirov li cihên cur bi cur ji bo armancekê li ser bingeha felsefeyekê têne perwerdekirin.
Lê mixabin dema ku mirov bala xwe dide xebatên legal dîmeneke din derdikeve pêşberî mirov. Partiyên legal ên kurdan ev 20 sal in hene, lê hê nû dibistaneke di vî warî de tê vekirin. Heke yek bixwaze li ser siyaseta legal a kurdan xebatê bike, dê nikaribe tu materyalên ku ji hêla têkoşerên van partiyan ve hatine amadekirin peyda bike. Tecrûbe û ezmûna gelê kurd a 20 salan bi awayekî zanistî nehatiye tomarkirin. Heman rewş di warên din de jî heye. Ev bîst sal in çapemeniya kurd xebatê dike, lê li ser dîroka çapemeniyê, li ser taybetiyên çapemeniya kurd tiştek nehatiye nivîsandin. Çanda perwerdekirinê bi tenê di warê îdeolojîk de dimîne. Di warê pîşeyî de pir kêm têne perwerdekirin.
Em bala xwe didin warê çandê rewşeke kambaxtir derdikeve pêşberî me. Xebatên lêkolînî yên li ser çanda kurdî li aliyekî, der barê dîroka têkoşîna kurdan a çandî de berhemek li holê nîn e. Di salên 90’î de ew qas komên muzîkê, komên şanoyê, komên govendê hwd. hatin avakirin, der barê dîroka wan de jî tiştek nehatiye nivîsandin.
Li aliyê din der barê şano, sînema, dans û muzîka kurdî de tu xebatên lêkolînî yên berbiçav nehatine kirin. Dema ku rewşa me ev be em ê çawa mirovan perwerde bikin, bingeheke xurt a ramanî ava bikin? Nexwe divê em ji vê rewşê derkevin, her saziyeke xwe bikin dibistanekê, dest bavêjin xebatên lêkolînî. Bo nimûne em çima di warê şanoyê de li ser şanoya gelêrî, lîstikên di nav gel de xebatên berhevkirinê nakin, em çima li ser muzîka dengbêjan xebatên lêkolînî nakin? Heke em dixwazin têkoşîna me bi ser bikeve, di warê ramangerî de bandorê li mirovahiyê bike, divê em dest bavêjin van xebatan.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin