Diyarname
Li hemberî bi kayûmê destdanîna ser 5 şaredariyên HDP'ê 23 baroyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşan da. Baroyan diyar kir ku ev kirin zirarê dide aştiya civakê û got: "Her cure êrîşa li hemberî vîna ku ji sindoqê derketiye civak wekî têkbirina vîna hilbijaran dihesibîne. Sindoq ku dilê demokrasiyê ye dema bibe bêkêr zirarek mezin dide dewleta hiqûqî û derbeyek mezin li demokrasiya me dide."
Baroyan di daxuyaniyê de xwest şaredarên hatine binçavkirin bêne berdan û peywira wan bi paş ve teslîmê wan bê kirin.
Baroyên Edene, Agirî, Semsûr, Artvîn, Batman, Çewlig, Bedlîs, Bursa, Amed, Entab, Culemêrg, Hatay, Qers, Stenbol, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê ev daxuyanî bi hev re weşand.
Îtîfaqê jî daxuyanî da
Li aliyê din Xebata Îtîfaqa Kurdistanê jî li hemberî kayûma daxuyanî weşand. Îtîfaqê ji gel xwest xwedî li vîna xwe derên û ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê jî got ku hûn ji bo Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji kayûman re bêjin "na" û ji bo Amed, Sêrd, Îdirê kêfa we bê, hûn ne demokrat in. Îtîfaqê got îro em in, sibê dê hûn bin û bang kir ku ew jî dijî kayûman derên.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Dest danîn ser 5 şaredariyên din


