Stenbol
Lêgerîna polîsan a li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) heta êvarê dom kir. Polîsan di lêgerînê de dest danîn ser hezar û 900 kasetên arşîva nûçeyan a DÎHA'yê.
Li ser fermana 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya bi Rayeya Taybet vê sibê saet 07'am de polîsan avêtibû ser avahiya DÎHA û saziyên din ên çapemeniyê yên kurdan.
Polîs 13 saetan li avahiya DÎHA'yê man, hemû dîsk kopî kirin, dest danîn ser hezar û 900 kasetên nûçeyan, her wiha 4 ajandayên ku notên nûçeyan têde hebûn jî bi xwe re birin.
Nûçeyên eleqedar:
- Navên rojnamegerên hatine binçavkirin
- IPI: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bên berdan
- Ev jî çêbû: 37 rojnamegerên kurd girtin bin çavan