logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’

Helbest di nav cureyên edebiyatê de ê ku herî zêde kedê divê ye, tevî vê, herî êşê dide ye jî. Ji ber ku gava helbestvan

  • Dîrok: 10/02/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Îlhamî Sîdar

Helbest di nav cureyên edebiyatê de ê ku herî zêde kedê divê ye, tevî vê, herî êşê dide ye jî. Ji ber ku gava helbestvan dikeve silûkê, berê xwe rasterast dide xwe û ber bi giyana xwe ve rêwitiyeke dijwar pêk tîne. Ev rêwîtiya kambax dike ku helbestvan di xaka hebûna xwe de bi kûrahiyeke bê binî ve kolanê bike. Di vê kolanê de bi rasthatîna êş û birînên xwe tengavî dibe, ji ber ku ev êş û birîn derûnî ne helbestvan bêgav dimîne ku xwe li hestan bigire û di nav taristanekî dojehî de hestên xwe biguvêşe, biguvêşe heta ku xwe ziwa bike. Lewma ez tim dibêjim her helbestek hem ji jiyan, hem jî ji giyana mirov gelek tiştan dibe û piştî qedandina berhemekê helbestvan ji temenê xwe gelek derbas dike. Ji Cesar Pavese bigire heya Sylvia Plath’î di nav hunermendan de ê ku herî zêde xwe dikujin yan jî ber bi şêtbûnê ve diçin helbestvan in. Lewra helbestvan ew kesê ku pirsa wê bi jiyanê re heye ye, li keviyê ye, ji keviyê li jiyanê mêze dike, di navbera wê/wî û jiyanê de valahiyeke ew qas mezin heye ku bi tu awayî nikare xwe û giyana xwe tevlî herikîna wê bike, jê direve, li xwe vedikişe, bi sergêjahî û bi dilxelînê lê mêze dike û vedireşe, lewma her helbest wekî vereşanekî der dibe. Nerval, Lermontov, Mayakovskî, Baudelaire, Rimbaud, Fürûğ, Anna Ahmatova… Giş bi jiyanê re ne li hev in, jixwe  bi jiyanê re li hev bikirana nedibûne helbestvan.

Mîtolojiya yewnan kiriye kaniya îlhamê

Helbestvan Lal Laleş di “Matmayînên Ronya”yê de xwe li çiyayê Parnassos digire û piştî “Berbejna Rê” û “Deqên Qesas” bi pirtûka xwe ya sêyem derdikeve hemberî xwendevanan. Di navbera “Berbejna Rê” (2003) û “Deqên Qesas”(2009)’de şeş sal û di navbera “Deqên Qesas” û Matmayînên Ronyayê”de jî du sal derbas bûye. Ev ji bo nirxandina helbestê pîvaneke girîng e, lê bi tena serê xwe tu tiştî îfade nake, girîng e lewra nîşan dide ku helbestvan serê xwe pê pir êşandiye û heke serê xwe pê ne êşandibe di navberê de bîst sal jî derbasbûbe tu tişt îfade nake. Lê gava em li tevahiya “Matmayînên Ronya”yê dinihêrin, kedeke ber bi çav tê xuyakirin. Berî her tiştî helbestvan li gor plan û sazûmanekê nivîsandiye û berê xwe daye mîtolojiyê. Helbestên wekî “Zeus”, “Apollon” “Olympe” “Hades” “Aphrodit” û “Ares” eşkere dikin ku mîtolojiya yewnana antîk wekî kaniya îlhamê hildibijêre û hestên xwe li rewşên elementên mîtolojiyê diguncîne.
Belê gava ewil ez jî hinek şaş mam û min di ber dilê xwe de got gelo Lal Laleş xwe bisiparta Çiyayê Elbrûzê û di şikefta Zerdeşt de biketa silûkê, li Rexşa Belek siwar bûya û bêhna xwe li Semenganê vedaya û bi şûn de ber bi çiyayê ku kul û derdên Zalê Zêrîn aş dikir de biajotaya, yan jî berê xwe bidaya Laleşa pîroz wê ne guncavtir bûya, lê gava min pirtûk bi tevahî qedand ev pirs jiberxwe pûç bûn, lewra wekî ku me di serî de jî got, hestên xwe li mîtolojiyeke biyanî baş diguncîne û jixwe helbest tişteke gerdûnî ye; dikare berê xwe bide her kaniyî, ji ber ku rewşa mirovahiyê li her heyamî û li her erdnîgariyê dişibe hev, rengên êş û eleman li gor neteweyan naguherin.

Helwdana helbestvan şayanî teqdîrê ye

Zeviya ku Lal Laleş tovên helbestên xwe davêjiyê berê helbestvanên wekî Theophille Gautier, Theodore Banville, Leconte de Lisle, Jose Maria de Heredia û Francois Coppee’yên Parnasyen (ji ber ku berê xwe dabûn mîtolojiyê navê çiyayê Parnassosê mîtolojîk li wan tê kirin) li Fransayê bi kar anîbûn, dixwestin helbestê ji ronahî, reng, xêz û siyan pêk bînin û xwe li efsane û mîtolojiyên welatên dûr û biyanî bigirin, li Hindistanê, li Misirê, lê bêtir li Çiyayê Olimposê. Ev hewldana helbestvan şayanê teqdîrê ye, lewra yek ji pirsgirêkên edebiyata me yên sereke, ji ber şert û mercên kambax ji pêvajoya qonaxên edebiyata cihanê dûr mayîn e. Me edebiyata rojhilat baş nas dikir, lê edebiyata rojava ji me re biyanî bû, lewma helbestvanên me mecbûr man ku xwe li edebiyata klasîk bigirin, gava helbestvanên me yên sedsala 20’an riya helbestên klasik dişopand.

Xwezî helbestvanên me riya Sembolistan - Surrealistan bida ber xwe

Çendîn sal berê li rojava helbestvanên wekî Yeats, Eliot, Pound, Baudelaire, Rimbaud, Rilke, Celan, Kavafis, Lorca, Ahmatova di qada helbesta nûjen de cirîd dilîstin, her yek cure cure riyan ji xwe re vedikirin. Digel vê me çavê xwe yekcar di nav modernizmekê de vekir, çi heyf ku ji bilî kêm ceribandinên postmodern a serkeftî, helbesta me (ya bakur) di nav metamorfozeke ecêb de kesayetiya xwe veguhert û ji bilî xwe pê ve şibiya her tiştî. Nifşa ku xwe li nûjeniyê girtibû mixabin wekî karîkatura helbestên Kuçuk İskender, Ece Ayhan, İsmet Ozel, Îlhan Berk û wekî şaîrên nûjen ên din man. Ji ber ku rasterast wan teqlîd dikirin, ji ber ku bêhneke kesîf a wergerê ji wan difûriya. Ev kêmasî bêtir ji valahiya navbera qonaxên helbestê dihat, lewma “Matmayînên Ronya” xebateke hêja ye, ji ber ku valahiyekê tije dike. Xwezî helbestvanekî me riya Sembolistan, yek a Surrealistan bida ber xwe û kurdî bi qonaxên helbesta cihanê re hinekî din hevnas bikira!
Di helbesta nûjen de elementên herî girîng bi vegotineke fesal li hev anîna peyvan û hêmayan e, wateyeke vekirî rih û can ji helbestê vedikêşe û wê ji helbestiyê derdixe, dike menzûme. Helbestvan divê bi gotinên xwe yên mucizevî xeyalên berfireh li ber xwendevên veke, jixwe ev yek jî bes bi bi kar anîna hêmayan pêkan e. Mixabin hîn kes hêma û sembolan tevîhev dikin, ji wan kirî hêma, bi peyvên mecazî temsîlkirina gotinan e, lê na ev ne hêma ye, sembol e. Haşim, “Qetreyek ar e ev qurnefîl hatiye ji lêvên yarê” dibêje, li vir qurnefil sembolek e, lewra temsîla şerabê dike, şewata ar û reng û şiklê qurnefil bi şerabê re li hev tîne, lê ka li Hafizê Şirazî binihêrin dibêje çî: “Difirim, xweliyê min li hewayê ber ba dibe, dê veguheze min” li vir mirov nikare peyvek hilbijêre û bêje ev yek temsîla vê tiştê dike, berevajî vê ev riste bi tevahî li rewşeke mîstîk îşaret dike, xeyalekî berfireh li ber me vedike, mirov ji vê, dikare ji fenafillahê here heya reenkarnasyon û nirvanaya Budîzmê û dikare here jiyaneke metafizikî ku xwe ji hemû baweriyan qut kiriye. Xwelîbûn wateyeke pir kûr vedihewine (Mixabin ji bo navê romana min a “Tehma Xweliyê” jî pir şiroveyên şaş hatine kirin, hîn gotin ma tehma xweliyê heye, hin xweliya arê wekî axê nirxandin, hezar mixabin ku naveroka romanê ew qas elementên mîstîsîzmê, ew qas ramanên Mewlana, Ferididdûnê Atar, Soxrewerdî, Sadî û Hafizê Şirazî vedihewand jî ev şirove lê hatine kirin. Helbûkî ew kesê ku zerreyê misqal bi edebiyata cihanê têkildar be, yek rêzek tenê jî ji D.H. Lawrence xwendibe dizane ku di terîqetên xiristiyaniyê de“tehma xweliyê”metaforeke bingehîn e û ev yek gelek dişibe metafora Hafiz’î jî)

Hêma û miradên helbestê li hev tîne

Di helbestên Lal Laleş de hêmayên gelek xurt dertên holê, ya girîng ew e ku hêma û miradên helbestê li hev tîne. Mixabin hin helbestvan çav li hoste Ehmed Huseynî dikevin û hêmayên ku ji tûrê xwe derdixin bê hed û hidûd li helbestan belav dikin, bi vî awayî hêma li helbestê wekî pîneyê dixuye. Divê bikaranîna hêmayan li cih be, zêde bi kar anîn jî rihê helbestê difetisîne. Li “Matmayîna Ronya” ji vî alîyî ve risteyên gelek balkêş hebûn ku min xêzê li bin wan kişand, ferrmo:

Tu  hespekî bide min ez ê hestekî bikujim.
Heta ku em li çiyê bijîn em ê bextewar bin.
                                 (Helene û Şerê Troya)

Hestên di navbera xak û wextê de erkê û eşqê qam dikin.
Tîrên di navbera erş û erdê de rakişandî di çavên pezkoviyan de bi meqam dikin.
                                                                                                                     (Zeus)
(Metaforên wiha li hev hatî bi rastî jî pir xurt û balkêş in)

 Li warên wêran li paxila maran.
 Xort şîrê keçên kuçelanî tehm dikin payîzên bêzar.
                                                                 (Apollon)

Ronya,
Qereçî çima bêpevçûn kon xera nakin
Bêpevçûn Kurd li hev nakin
Berxa min ez ê qereçî bimînim
Tu dixwazî tu Kurd bimîne
Jixwe cîranên me mitirb in
               (Bist û Yek Awirên Sêl û Bêl)

Olympe werîs û rêsî li serê sikurê li nik hev in ji beriya sûrê.
Mirov ber bi kindirê ve rêwî ye, lawir ber bi rêsî ve
                                                                (Olympe)) 

Xwîna keçiniya Aphrodîtê mevreda erka çiyayê nêr e
Bayê başûr û bayê bakur li ser lêvên wê li hev dikevin.
Diyarbekir şivanê şîvnexwarî ye…
Remza kêliyê ye kela wê.
                                                                      (Aphrodite)

Jixwe ev riste jî nîşan didin ku Laleş termên mîtolojiya Grêkî bi rihê kurdî re li hev aniye.
Hêviya min ew e ku, bi şêweyeke wiha nûjen em berê xwe bidin mitolojiya rojhilat jî, jixwe kaniyekî bêhempa ye, ma Firdewsî ji mîtolojiya kurdan û garisan şahesereke wekî “Şexname” ne anî wicûdê, ne ew Goetheyê pêxemberê ewropiyan bû ku bi dû Hafiz ketibû, ne Edgar Allen Poeyê çîroknivîskarê payebilind a rojavayîbû, pişta xwe dabû “Çirokên Hezar û Yek Şev”ê?


 

***

 

Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:

- Şengul Ogur: Jineke Xinanî: Kitêbeke Biçûk

- Îlhamî Sîdar: Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê

- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”

- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN

- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ

- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de Dora 16'an

ad

Heyeta Îmraliyê: AKP dixwaze pêvajoyê bi dawî bike û şer bide destpêkirin

ad

Klîb: Ciwan Haco: Diyarbekir Mala Mina

ad

Çîroka Nexweşxaneya Batmanê

ad

Ji fûarê 4 video

ad

Rachid Taha mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname