Ji sporê 3 nûçeyên derketin pêþ
Diyarname
Ji Rusya heta Spanyayê û Îngilistanê nûçeyên sporê yên ku derketine pêþ. Fermo ew nûçe:
- Spartak Moskova bû þampiyon
Di Lîga Premier a Rusyayê de 3 hefte maye sal temam bibe. Berî lîg bi dawî bibe tîma fûtbolê Spartak Moskova bû þampiyon.
Spartakê di hefteya 27'an de ligel Tom Tomsk lîst û bi 1-0 bi ser ket û bû þampiyon. Spartak Moskova ji sala 2001'ê ve nebûye þampiyon. Spartakê bi vê þampiyoniyê hejmara þampiyoniyên xwe derxist 10'an.
Kante bû yekemîn
Yekîtiya Nivîskarên Fûtbolê ya Îngilistanê (FWA) lîstikvanê tîma Chelsea N'Golo Kante di warê fûtbolê de wekî lîstikvanê salê hilbijart. Chelsea di Premier Lîgê de niha yekemîn e û Kante di vî warî de kedek mezin dide.
Li gor daxuyaniya FWA'yê bi ser 300'î de rojnamegerî ji bo lîstikvanê salê deng daye û lîstikvanê 26 salî Kante wekî yekemîn hatiye hilbijartin.
Yekîtiya Lîstikvanên Fûtbolê ya Profesyonel a (PFA) Îngilistanê jî meha borî Kante wekî lîstikvanê salê hilbijartibû.
Madridê ji bo ciwanê 17 salî 61 mîlyon Euro da
Lîstikvanê fûtbolê Vinicius Junior di sala 2000'î de hatiye dinê û îsal di Þampiyoniya U17 ya Afrîkaya Baþûr de hem herî zêde gol avêt û hem jî lîstikvanê salê hat hilbijartin. Barselona ketibû dû wî, lê reqîbê Barselonayê yê her demî Real Madrîdê ew bi dest xist û transfer kir.
Hat gotin ku Vinicius ji bo Real Madrîdê bi 61 mîlyon Euroyî dibe mal. Peyman dê 12'yê tîrmeha 2018'an de dê bikeve jiyanê.
Lîstikvanê ciwan Vinicius Junior di tîma Flamengo ya Brezîlyayê de dilîze û çapemeniya Spanyayê ragihand ku dê Real Madrid 40 mîlyon Euro wekî bonservîs bide. Rojnameya Brezîlyayê Globo Esporte ragihand ku Barselonayê ji bo Vinicius Junior 30 mîlyon Euro dê bida Flamengoyê lê Madridê ev reqem bilindtir kir û lîstikvan bi dest xist.
Rojnameya sporê ya Spanyayê Sport jî ragihand ku lîstikvan bi 61 mîlyon Euro bi ser Madridê de bûye mal. Li gor rojnameyê ji vê 61 mîlyon Euroyî 45 mîlyon dê Flamengo, 8 mîlyon Euro menajerê lîstikvan û 8 mîlyon Euro jî li gor performansa wî ya di Real Madrîdê de dê lîstikvan bigire.