logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Polîsên Belçîkayê bi ser kanalên kurdan de girt

  • Dîrok: 23/04/2024
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Polîsên Belçîkayê şeva çûyî saet dor yek û nîvê şevê bi ser kanalên televîzyonê yên kurdî de girtin. Polîsan zirar da kablo û kompîturan.

Saet yek û nîvê şevê li dor 200 polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin. Polîsan dor 4 saetan lêgerîn pêk anîn. Di encamê de polîsan kabloyên weşanê qut kirin û zirar dan kanalê.

Li Belçîkayê studyoyên Roj NV, Sterk Production û kompaniya Hîvron hene ku ev ji bo Stêrk TV û Medya Haber TV xebatê dikin. Polîsan bi ser vir de girtin, odeyên wan tevlihev kirin, kablo qetandin.

Li ser vê yekê xebatkarên televîzyonê vê sibê bi çend zimanan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema xebatkarên wan ne li wir bûne, bêyî agahiyê bidin parêzerên wan derî şikandine, ketine hundir, zirar dane amûrên wan ên weşanê. Wisa hat gotine, "Heta niha lêkolînên li ser xebatên me hatine kirin, dozên hatine destpêkirin hemû bê encam bi dawî bûne, kompaniyên me rastî tu cezayan nehatine. Her wiha kompaniyên navên wan derbas bûn li gor zagonên Belçîkayê xebatên xwe dikin, saziyên bazirganî ne û heta niha tu ceza li wan jî nehatiye birîn."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş li hemberî çapemeniya azad a kurdan û mafê agahîgirtinê ya kurdan e û bang li raya giştî ya Belçîkayê hat kirin ku dengê xwe derxe.

'EMÊ HETA DAWÎ MAFÊN XWE BIPARÊZIN' 

Di daxuyaniyê de got ku ew xebatên çapemeniyê dikin û wisa dom kirin, "Xebatên me eşkere ne, deriyên studyoyên me ji bo her kesî vekirîne. Di serî de polîs, kî bixwaze dikare were ofîsên me û xebatên me bişopîne. Tiştek me ya veşarî tune ye. Em dixwazin bibêjin ku bêyî rayedarên kompaniyê hebin bi ser ofîsên me de girtine, ev yek komplo ye. Bêyî biryara nivîskî di destê polîsan de hebe bi ser ofîsên me de girtiye û ev lêgerînên ku hatine kirin bi ya me sûc e. Emê heta dawî mafên xwe yên hiqûqî biparêzin. Parêzerên me li hemberî vê êrîşa konsanî dê serîlêdanan bikin."

4 SAL BERÊ JÎ BI SER WIR DE GIRTIBÛN

Polîsan 10'ê adara 2010'an de jî dîsa bi ser heman studyoyan de girtibû. Wê çaxê jî polîsan dest danîbû ser kompîtur û hardîskan, di encama lêkolînê de tu sûc nehatibû dîtin 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Em Hatin Efrînê

ad

X, W, Q û kurtenameyek ji bo birêz Hasîp Kaplan

ad

Gelo wê Tirkiye alîkarî bide Rojava?

ad

Delîl Dîlanar piştî 27 salan li Amedê konserek bêhempa da

ad

Li ser Rojava du nûçeyên îro derketine pêş

ad

Korekî li hemberî Playboyê doz vekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname