Diyarname
Netflixê romana Gabriel Garcia Marquez "Tenêtiya Sedsalê" kir rêzefîlm. Li gor bernameyê di meha pûşperê de wê rêzefîlm bê nîşandayîn.
Li gor agahiyên hatine belavkirin li Kolombiyayê dest bi kişandina rêzefîlm kirine û rêzefîlm ji 16 beşan wê pêk bê. Netflixê ji bo romana ku bûye mijarê belgefîlmî gotiye, "Tenêtiya Sedsalê li Amerîkaya Latîn heta niha berhema herî bi îdîa ye."
Zarokên nivîskar Marquez ên bi navên Rodrigo Garcia û Gonzalo Garcia Barcha sazkariya rêzefîlmî girtine ser milên xwe.
Marquez 10 sal berê canê xwe ji dest dabû. Romana Marquez "Tenêtiya Sedsalê" li 46 zimanan hatiye wergerandin. Roman yekem car di sala 1967'an de hatibû çapkirin. Mijara wê li dor malbata Buendiayê ku li Macondo (navçeyeke xeyalî) ya Kolombiyayê dijî derbas dibe.
Romanê dor 50 mîlyon hebî hatiye firotin û di nav pirtûkên herî zêde hatine firotin de cih digire.
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com