Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal di navbera 26’ê mehê hu 31’ê mehê de li dar dikeve. Di festîvala ku gelek fîlm lê têne nîşandayîn de, salonên “kino 3001’, “Zeise Kino” û “Mut” ji bo nîşandayîna fîlman mazûvanî dikin.
Ev mehek zêde ye piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî li Rojhilat û li Îranê çalakî didomin. Diruşma sereke ya çalakgeran “Jin, Jiyan, Azadî ye”. Loma jî ji bo vê yekê festîvalê îsal diruşma xwe wekî “Jin, Jiyan, Azadî” eşkere kir.
Merasima destpêkirina festîvalê 26’ê mehê saet 20.00’an dê li dar bikeve. Di şevê de muzîk û stranên kurdî dê hebin û her wiha fîlmê destpêkirina festîvalê jî dê bê nîşandayîn. Fîlmê derhêner Mano Xelîl ê bi navê “Cîran” dê wekî fîlmê destpêkê bê nîşandayîn.
Di festîvalê de 5 fîlmên metrajdirêj, 10 belgefîlm, 11 kurtefîlm û 2 karton fîlm hene. Festîval dê fîlmên serketî xelat bike. Juriya îsal ji Ahu Ozturk, Bilal Bulut û Veysi Altay pêk tê.
Ji bilî fîlmê “Cîran” di nav fîlmên metrajdirêj de fîlmên wekî “Govenda Alî û Dayika Zîn” (Derhêner Mehmet Ali Konar), “Qebûl” (Derhêner Shahrbanoo Sadat), “Zalava” (Derhêner Erselan Emîrî), “Stille Post” (Derhêner Florian Hoffman) hene.
Li aliyê din di festîvalê de dê panelek li ser mafên mirovan li dar bikeve ku Weysî Altay û Mesût Alp dê wekî axifger beşdar bibin. Panel 30’yê mehê saet 13.30 de li Uhr dê li dar bikeve.
Yek ji fîlmên serketî yê li festîvalê fîlmê derhêner Erselan Emîrî yê bi navê "Zalava" ye.