ENQERE
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, ji bo êrîşa li dijî Ozgur Ulke ku 4'ê berfanbara 1994'an de pêk hat û hemû êrîşên li dijî çapemeniya muxalif bên ronîkirin xwest meclis li gorî xala 104 û 105'an a rêziknameya meclisê lêkolînan pêk bîne.
Tûncel, ji bo êrîşa li dijî Ozgur Ulke ku li Stenbol û Enqereyê pêk hat û hemû êrîşên li dijî çapemeniya muxalif bên ronîkirin xwest meclis lêkolînê bike û bûyeran ronî bike.
Di 4'yê berfanbara 1994'an de "kesên nasname nediyar" bombe xistibûn bin avahiyên Ozgur Ulke yê li Stenbol û Enqereyê, avahiya rojnemeyê ya li Stenbolê bi temamî hilweşiya bû û rojnameger Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest dabû, her wiha 23 kes jî birîndar bûbûn. Hê jî kesên bombe xistibû avahiya rojnameyê nehatine girtin.
Dîsa, Tuncel got ku rojnameger Yahya Orhan û Huseyîn Denîz di 8'ê gelawêja 1992'yan de, di 20'ê rezbera 1992'an Musa Anter, di 8'ê pûşpera 1992'an Hafiz Akdemir, di 8'e reşemiya 1992'yan de Kemal Kiliç, di 24'ê reşemiya 1992'yan de Cengiz Altun, di 1993'an de Ferhat Tepe, Namik Taranci, Mehmet Şenol, Adnan Işik, Orhan Karaagan, Seyfettin Tepe, Çetîn Abayay, Hasan Aydin, Yalçin Yaşa, Mehmet Sancar, Nazim Babaoglu, Serhat Tepe, Zulkuf Akkaya, Haşim Yasa, Mehmet Zekî Aksoy û Macît Akgun hatin kuştin.
Mebûsa BDP'ê Tuncel diyar kir ku hemû bûyerên tarî hê ronî nebûne û dadgehê bi encam nekirine.
Tûncel, xwest meclis der barê van bûyeran de lêkolînê bike.