logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt
news-details

Helîm Yûsiv: Dema em bi kurdî dinivîsin, em vedigerin rewşa xwe ya normal

Di dîwana vê hefteyê ya Diyarnameyê de mêvan qunciknivîskarê me Helîm Yûsiv bû. Ew dibêje ez bi kurdî dinivîsim, dema em

  • Dîrok: 30/05/2021
  • Beş: Serbest

Diyarname

Di dîwana vê hefteyê ya Diyarnameyê de mêvan qunciknivîskarê me Helîm Yûsiv bû. Ew dibêje ez bi kurdî dinivîsim, dema em vedigerin kurdî em wê çaxê vedigerin rewşa normal.

Di bernameya ku Yeqîn H. û Ferzan Şêr moderatoriya wê kir û dor 3 saet û nîv dom kir de gelek mêvanan jî bi pirsên xwe reng  da dîwanê. Helîm Yûsiv qala serboriya xwe û qala wêjeya kurdî kir. Vane hin notên ku Helîm Yûsiv anîne ziman:

TEQATEA NIVÎSKARIYÊ

- Hewesa min û karê ragihandinê, rojnamegerî tune bû, min tiştek din ji bo debara xwe hilbijart. Di karan de ez meyldarê pisporiyê me. Ez dixwazim taqeta xwe bidim tiştek û bidomînim. Min di rojnamegerî de ev bo xwe nedît, lê di nivîskariyê de min dît. Min wisa dewam kir.

- Ji nav nivîskarên kurd ji bilî Bextiyar Elî min nivîskarek din nedîtiye bi nivîsê debara xwe bike. Min jî ji dest pêkê ve ev fêm kiribû. Ez gazinan nakim, li ba min ev tune ye. Ez dizanim em di nav rewşeke çawa de dijîn. Ji bo nivîskariya kurdî çend sal paşê dê rewş bibe ku dê pê debara xwe bike yan na, ez nizanim.  

WEŞANXANEYÊN ALMAN Û YÊN KURDAN

- Karê ku weşanxaneyeke din ji bo berhemek çêdike hinek bi problem e. Mînak li Almanyayê weşanxaneyek ji bo nivîskarekî pirtûkek derdixe, (marketing) dike, belavkirin, reklam, organîzekirina şevên wêjeyî li bjarên cuda, têkiliya bi rojname û rexnegiran re, hemû tiştî weşanxane ji bo nivîskarê xwe dike. Wê berhemê wekî ya xwe qebûl dike û van tiştan dike. Weşanxaneyek kurdî ji bo wê berhemê çi dike? Ez vê pirsê bê bersiv dihêlim. Mirov dikare beramberiyekê  çêbike. Dema min Diyarnameyê de quncik li ser vê meseleyê nivîsî navbera min û weşanxaneya mina wê demê xira bû.

RÊYA QAÇAX

- Birin û anîna pirtûkan bi qaçaxî bû. Şofêrek hebû bi erebeyê rûn tiştên wisa bi qaçaxî dianî, bi qaçaxî kar dikir, got vegerê de emê pirtûkên te bînin. Gelek pere jî xwestin. Wê çaxê me pirtûk xistin kartonan, ew xistin wê embare erebeyê û anîn.

'MEHMET EMÎN ZEKÎ PIRSÎN'

- Ji bo fikir di serê we de çêbe, ez mînakek bidim: Min "Mirî Ranazin" li Helebê da pirtûkfiroşek. Pirtûk di nav ew qab pirtûkên erebî de qet balê jî nakişîne. Min 10 nusqe danîn. Piştî 9-10 rojan ez vegeriyam, pirtûk naxuyin. Kêfa min  hat, min got hemû hatine firotin. Ez hê li ber derî me xwedî pirtûkxanê bang kir, got vaye pirtûkên te min veşartin. got "Polîs hatin. Ji bo yekî din hatibûn, ji bo Mehmet Emîn Zekî hatibûn." Min got "kîjan pirtûk" got, "Tarîxa Kurdistan e çi ye. Pirtûkên wî bi xwe re birin, li wî digerin. Te ew dît jêre bêje bila xwe veşêre." Min negot Mehmet Emîn Zekî 50 sal berê miriye, min got "Temam ez bibînim ezê jêre bêjim." Ew qas zehmet bû, lê xweşiya wê jî hebû li Binxetê.

BI WÊJEYÊ DIKARE SÎNOR BÊNE RAKIRIN

- Tştê ku siyaset nikare bike em wêjekar di têkiliyê wêjekariyê de em dikarin bikin. Ev karekî ye ku di gelek eniyan de parve kiriye. Karê ku di van eniyan de bibe divê têkeve ser hevdu. Destpêkê Bakur û Rojava pir rehet e. Ji ber ku bi latînî bikartînin her du. Rewşa siyasî hinek aram bibe, hinekî din bi lez ev têkilî dê pêş bikeve. Ji bo Bakur û Rojava hinek rewş cuda ye.

- Em dikarin bi nvîsandinê, bi çîrokên xwe, romanên xwe sînoran rakin. Bi rêya wêjeyê ew rih tê avakirin. Ez yek ji wan kesan im ku em karibin wan sînoran derbas bikin, tiştê ku siyaset nikare bike. Ji aliyê siyasetê ve ez reş bîn bim, ji aliyê wêjeyê ve ez xweşbîn im.

EZ GUH DIDIM DENGÊ HUNDIRÊ XWE

- Li cem min mesele bêtir, ez guh didim dengê hundirê xwe, dengê aliyê reş ê hişê xwe, yan jî binhişiyê xwe. Bêhtir aliyê veşartî. Ez meyldarê derxistina ew tiştên di hişmendiya min de veşarî ne, aliyê reş. Ez meyldarê xewnê me. Peyva Salvador Dali heye dibêje "Dema ez çavê xwe bigirim bêhtir dikarim cihanê nas bikim", tiştê dixwazim bêjim ev nêzî bersiva min e jî.

DÎSKA MACINTOSHÊ

- Dema ez li welat bûm, pirtûkên min li Bakur derdiketin, zehmet bû edîtorek, alîkarek hebe. Înternet tune bû. Mînak "Mirî Ranazin" bi destxet min şand. Avestayê ew xist kompîturê, dîsket ji min re şandin ku binêrim. Li ser Macintosh nivîsîbû, lê min machintosh nedît ku lê binêrim. Dawî ez çûm cihek ku kompîturan tamîr dike. Min dîsk dayê, ji dêvla wê dîskê biceribîne veke, bi temamî jê bir. Ez li Avestayê geriyam min got hema hûn çawa dikin, wisa bikin. Rabûn bi rêya telefonê hin peyv ji min pirsîn. Ew qonaxek bû, qonaxa duyem jî niha ye. Vaye weşangerê min Xalid Sadinî jî li vir amade ye, berê Dawud Rêbiwar bû. Têkiliya min ligel weşanxaneyên min nerm e. Ew lê dinêrin, edîtorî dikin, ji min re dişînin. Tiştê ku ez dixwazim biguherînim dîsa diguherînim. Hinek tiştan qebûl dikin, hinan nakim, bi vî awayî em li hev dikin û berhem rehet derdikeve. 

- Dema edîtor zêde mudexele dike, kêfa min tê. Ez ne şaşbim "99 Morîk" bû, Remezan Alan mudexele kiribû wê çaxê li Peywendê bû, kêfa min hat. Dema weşanxane bi cidiyet lê dinêre, bi baldarî dixwîne, bi vî awayî ez bi çavekî gelek erênî lê dinêrim.

VEGERA LI KURDÎ

- Ne ku ez ji erebî vegeriyam kurdî, ez vegeriyam xwezaya xwe. Nivîsandina me bi erebî, yan tirkî tiştek ne normal e. Dema em bi kurdî dinivîsin, em vedigerin rewşa xwe ya normal. Heta niha bi kurdî dinivîsim. Min bixwe ji 1999 heta 2019, bi temamî dev ji nivîsandina bi erebî berda. Vê dawiyê û piştî ev rewşa li Sûriyê rû da min bixwe romaneke xwe “Wehşê Di Hundirê Min De” û “Serdema Qazîmazî”ku li ser vê rewşê ne, piştî kurdî bi erebî jî ew amadekirin. Wekî din hemû berhemên min yên bi erebî derdikevin werger in.

ŞOPA SIYASETÊ

- Li Sûriyê wêjekarên erebînivîs dosyayek li ser wêjeya kurdî çêkiribûn, Selîm Berekat û hinên din wekî nûnerê wêjeya kurdî nîşan dabûn. Yên bi erebî dinivîsin zirarê didin kurdî, gava ku xwe wekî nûnerên wêjeya kurdî nîşan didin. Bi vî awayî ew zirarê didin nasnameya kurdî. Nivîskarê kurd ew kes e ku ew bi zimanê kurdî dinivîse. Baweriya min ev e.

Di xirakirina nasnameya nivîskariya kurdî de şopa siyasetê eşkere ye. Gera çêkirina "Kurdê baş" gelek eşkere ye. Gere em hinek din di vê meseleyê de zelal bin, hinek din hişk bin û ji her kesî re vê bêjin.

KELPÎÇ KELPÎÇ DIDIM SER HEV

- (Li ser pirsa "Hinek te dişibînin Marquez") Ev danasînên wisa min aciz nakin. Ev yek li cem hemû miletan heye. Pirtûka Adonis heye behsa dîroka helbestvaniya erebî dike, behsa hinek helbestvanên ereb dike, dibê "ev ramboyê ereban bû, ev Bodler yê ereban bû û herwisa."

Hin berhemên min dişibînin ên Kafka, hinan dişibînin ê Maquez. Ez bi xwe xwedî projeyê me; ez xwedî projeyeke taybet im di wêjeya kurdî de. Ez ji roja roj de kelpîç bi kelpîç didim ser hev ji bo şopeke taybet, dengekî taybet, saz bikim.

DENGÊ RIH

- Marquez yek ji wan nivîskaran e ku gelek kêfa min jêre dihat. Min hê di xortaniya xwe de berhemên wî hemû xwendin. Lê bi rastî dema min dinivîsand destpêkê zêdetir min xwe dispart dengê rihê xwe yê hundirîn. Li derdorê jî min xwe dispart rewşa welatê me, rewşa me. Min bala xwe da vê yekê. Min qet negot ezê rojek wekî "Tenêtiya Sedsalê ya Marquez binivîsim. Na. Min nedixwest realîzma fotografîk binivîsim. Min nedixwest bi vî awayî binivîsim. Min her dixwest aliyê me yê rasteqîne binivîsim û aliyê din jî ew binhişî, xeyalî û fantezî, rewşa surreal, min xwest her du aliyan bînim ba hev û li se vê xetê bimeşim.

NIVÎSKARÊN KURD BI ŞANS IN

- Nivîskarên kurd xwedî şans in. Em çiqas wekî welatek şerpeze bin, lê em bi şans in. Nivîskarên xelkê belkî gelek xwe biêşînin ji bo tekstek baş biafirînin, lê nivîskarê kurd tenê bikaribe bi çavê sêyem li bûyeran binêre, dikare hin bûyeran hilbijêre ku ew bûyer gelek wate, rengan, gelek tiştan bi hev re hembêz dike, hilbijêre û binivîse. Wisa bike dê berhemek nêzî van berhemên dinyayê ku em qal dikin bê nivîsandin. Nivîskarê kurd ji hêla meteryalê ve dewlemendtirîn nivîskarê dinyayê ye. Loma nivîskarê kurd bi şans e.

TEVGEREKE REXNEYÎ YA BERFIREH NÎN E

- Ez ji asta rexneyê di derbarê berhemên xwe de heta radeyeke razî me. Ferzan Şêr, Mesud Hesen, Mihemed Mehyedîn Mîno û Rêber Hebûn pirtûkên rexneyî li ser pirtûkên nîvisandine. Ez gelek ji wan razî me. Bi giştî tevgereke rexneyî ya berfireh di nav kurdî de tune ye. 

- Rexneyek hebû, pirtûka didiyan didan ber ya yekê. Ya sisêyan dida ber a diduyan. Digotin ev çi ye? Lê her ku dem drirêj bû, ev gotin kêm bûn. Hinek ne di cih de bûn jî. Di nivîsandinê de ez dikim ku têkiliya pirtûka mina nû bi ya berê wê ve tune be. Di vê navberê de, zewqê mirov, zewqê xwendevanan jî diguherin. 

MESAFEYA KARAKTER Û NIVÎSKAR

- Di romanek de karekter baş bin an xirab bin, ew jin bin yan mêr be nayê wê maneyê ku nivîskar wisa difikire. Ez dixwazim mesafeyek deynim navbera xwe û karakterê xwe. Ez çawa li jinan dinêrim ew tiştek e, di romanê de çawa cih girtiye ew tiştek din e. Di nav romanên min de karakterên jinên qehreman jî hene, yên xirab jî hene.

Ez bi xwe merivek notral im, dîtinek min a jinan ji mêran, yan mêran ji jinan baştir bibînim tune ye. Ti têkiliya xirabî û başiyê bi cinsê mirovan re, bi nêrbûn û mêbûna wan ve tune ye.

Bersiva pirsa tu chima romanên dîrokî nanîvisînî

Romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e. Her lêkolîner dikare hin agahiyan li ser van kesayetiyan berhev bike, bide serhev û wekî din her tişt jixwe amade ye. Karekterê sereke amade ye, pêvajoya wê ya dîrokî û dem seqaya demê amade ye û piştî çapkirinê xwendevanê wê romanê jî amade ye. Xwendevan berî her tiştî ji wê bo navê wê kesayetiya dîrokî dixwaze wê romanê bixwîne û her wisa. Ji ber vê pirê caran nivîskarên qels, yên imkanên wan di afirandinê de bisînor û di warê lêkolînkirinê de serwext, serî li vî şêweyê nivîsandinê didin.

Di pirojeya nivîskariyê de ku min daye ber xwe ev şêwe bala min nakşîne. Eger ez behsa hin kesayetiyên dîrokî jî dikim, ez wan kesayetiyan bi awayekî mecazî tînim dema me ya niha û li gora wê çîroka xwe yan romana xwe dihonim. Di wêjeyê de afirandina karekterên nû ji çûnûhatina li dor karekterên amade bêhtir bala min dikşîne.


Parve Bike

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Ajansên dinyayê jî çav li hilbijartinê ne

ad

Li welatek Ewropayê 50.000 kurdan serî li penaberiyê dan

ad

'Evdalê Zeynikê' diçe Brîtanyayê

ad

Ji înternetê li Projeya Xweseriya Demokratîk binêrin

ad

Ji bo Çarîk Fînalê û Nîv Fînalê pişke hat kişandin

ad

Çîroka Elayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname