Amed
Îro "Roja Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî" ye. Neteweyên Yekbûyî roja 20'yê berfanbara 1993'yan biryar girt ku her sal 3'yê gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî bê pîrozkirin. Lê li dinyayê rewşa çapemenî ne tu rewş e. Îro li Amedê DFG (Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê, MKG (Komeleya Rojnmagerên Jin a Mezopotamyayê) û Nûneriya Basin Îş a DÎSK'ê ya Amedê ji bo roja çapemeniyê li Kuçeya Hunerê ya Yenişehira Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Hevserokê DFG'ê Selman Çiçek got, "Di dema şopandina nûçeyan de astengî derdixin pêş nûçegîhanan, ji ber nûçeyan doz li rojnamegeran tene vekirin, şefeqê bi ser mala rojnamegeran de tê girtin û ew tene girtin; bi vî awayî xelek li rojnamegeran teng dibe."
RAPORA ROJNAMEGERAN
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtina 3 rojnamegeran ku çend roj berê hatin girtin, dîsa li ser bi ser de girtina Medya û Stêrk TV jî nat sekinin. Çiçek bal kişand ser rapora binpêkirinan a meha avrêlê û got ku di mehek de êrîşê 14 rojnamegeran kirine, bi ser mala 9 rojnamegeran de hatiye girtin, 17 rojnameger hatine binçavkirin, 11 rojnameger rastî tundiyê hatine, 8 rojnameger hatine tehdîdkirin, astengî danîne pêş 22 rojnamegeran, 3 rojnameger hatine girtin. Çiçek dîsa bibîr xist ku di mehek de der barê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye kirin, li 3'yan doz hatiye vekirin, 3 sal û mehek cezayê hepsê, 17 hezar cezayê pereyan li wan hatiye birin, di heman demê de doza 122 rojnamegeran didome, 43 rojnaemger jî girtî ne.
'EMÊ PÊNÛSÊ BIPARÊZIN'
Hevseroka MKG'ê Roza Metîna di axaftina xwe de jî wisa got, "Mafê nûçeyan diparêzin. Ji ber vê yekê rojnameger divê bi awayekî azad pîşeya xwe bînin cih. Emê her demê rojnamegeriyê biparêzin, emê parastina pênûsa rojnamegeriyê bidomînin."
'EM JI BO ROJNAMEGERAN AZADÎ DIXWAZIN'
Nûnerê DÎSK Basin Îşê Hakki Boltnan jî got, "Rojnameger rastî bi xwe ne. Ger îro qeyrana aborî, siyasî hebe sedem girtina rojnamegeran e. Rojnameger heta azad nebin ev qeyran bi dawî nabin. Em ji bo rojnamegeran azadiyê dixwazin."
27 SAZIYÊN ÇAPEMENÎ DAXUYANÎ DAN
Li aliyê din 27 saziyên navneteweyî li dijî zordariyên li ser rojnamegerên kurd daxuyanî dan û bang li Tirkiyeyê kirin.
Nûçegîhanên MA'yê Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û rojnameger Erdogan Alayûmat çend roj berê hatin girtin. Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPME) û Yekîtiya Rojnameger û Weşangerên Nûçeyan a Cîhanê (WAN-IFRA) jî di nav de 27 saziyên çapemeniyê bang li Tirkiyeyê kirin û gotin, "Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku dawî li tacîz û gefxwarinên li dijî rojnamegerên kurd bînin. Em dixwazin ku li gorî Qanûna Çapemeniyê û Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê tevbigerin û ewlehiya hemû rojnamegeran biparêzin. Her wiha em bang dikin ku dawî li binpêkirina Xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bînin ku azadiya xweîfadekirinê û azadiya medyayê diparêze."