Diyarname
4'ê gulana 1937'an roja destpêkirina komkujiya li ser Dêrsimê ye. Ji bo vê yekê îro li gundê Axdat a Pulura Dêrsimê bîranîneke hat lidar xistin.
rêveberên Komeleya Eweliyan a Demokratîk, DEM Partî, Hevaredara Dêrsimê, rêveberên PSAKD'ê û xizmên Seyîd Riza beşdarî bîranê bûn.
Hevşaredara Dêrsimê Birsen Orhan li vir got ku komkujiyê şopên kûr di bîra mirovan de çêkirine û wisa got, "Ev ax, ew ax e ku bi hezaran kes bê kefen ketin bin wê, Emê hesabê van komkujiyan bipirsin, şopînerê vê yekê bin.
Piştî axaftina ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî 40 dar hatin çandin.
Li aliyê din roja 4'ê mehê jî li navenda bajêr wê bîranîneke bê lidar xistin.


