Yunus Eroğlu
Dema gihaşt wir, masîvan nava qelaştî ya masiyekî gir vala dikir. Zilam hizirî ku roja nû-avêtî hêzeke ku ji masîvên difûre ronî dike. Kurê wî yê ku diviya loda demûşî û genî bavêta deboka li kêleka tablê, ji dêvlê tiliya xwe ya eşhedê di ava di teştê de li dû masiyên biçûk ên tê de bi hela hela divizikîn digerand û çavên xwe dikuskusandin. Dema ku silav dayê jî, satoreya ku weke dergûşa doş dibe li nav laşê masiyî digeriya û ew qet qetî dikir ji destê dostê wî yê masîvan ku çotikekî reş lê bû neket. Dît ku çend tayên spî bi nav porên vî hevalê wî yê ku bi salan e li serê kuja hemberî şaredariya Bismilê masiyan difiroşe ketine. Bi rastî jî masîvan Hemed, ji cara dawî ku ava çêm rabûbû û masî bi nav kolanên bajêr ketibûn vir de bê navber vî karê debarê dikir. Zilêm guman kir ku Hemed tişta ku jê xwestibû xebat kiriye û ji vê yekê piştrast, li ser kursiya li qiraxa teşta zarok tiliya xwe tê re dibir û dianî, rûnişt.
-Riho, ji te re vana ji vir hilîne bavêje wê debokê, masîvên gote kurê xwe û destê xwe di berbaneka ser dawa xwe da. Bes bi wan çêlikên beqan bilîze. Piştre weke ku nû hay li zilêm bûbe;
- Tu bi xêr hatî bira, çima deng nakî? Hingî ez bi xwe daketime…
-Min got “qawet be”, qey deng nehate te.
-Êwelleh, qawet xweş be.
Zilêm weke ku çavên xwe li tiştekî gerand, lê ne gotinên ku wî yê bigotanan bû ev tişt; kîsikekî biçûk î reş ê kevjalan, ku li holê nedixuya, bû meraq û merama dilê wî. Çima dê kîsikekî biçûk û reş û kevjal tê de, bûya, tê ramiya jî lê tiştek ji hev dernexist. Wê şevê bi tahndana gelek ramanên bi vî rengî ên metelhişt ku ji nişkê li nava serê wî hol dibûn û qet nedizanî ku çima wisa ecêb in, wê biryar bidaya ku ev jî encama vê nexweşiya ku feks li jiyana wî xistî ye.
Di spîdeyeke deheka kanûna dawî de, çaxa ku bi sermayeke ku his kir temamê laşê wî qerimandiye şiyar bû, lê warqilî ku dike nake nikare destê xwe bibe devê xwe. Weke wîzîniyekê ji qirika wî dihat. Pêjn kir ku heçko qursikekî hişk, cemidî û tahl wek zirav di ber qirika wî de cit bûye. Bi her pêla sawê ku weke tavanên biharê di tevahiya laşê wî de digeriya û ji nişka ve dibiriya, erda bin wî diliviya û werê didît ku di odeyeke serserkîbûyî de dilopên ku ji nav text û qetên banî diniqutîn li ser bahlîfa wî dikevin. Hewl da ku deng bike. Dengê wî neçûyê. Tênedigihaşt ku gişt çûne kurê. Bîr nebirê ku bîst sal in ji wî pê ve kes li wî xaniyî nedijiya. Berbangê, dema ku xweha wî ya mala wê ji ya wî çend sikak bi jor de ji bo limêja sibê rabûbû û dîtibû ku ava çêm bi xumexuma baranê re bi lingên pirê ve radipeliqe, tirsiyabû ku lehiya boş xwe bi malên ber çêm bigihîne û zûzûka qesta mala wî kiribû; û birayê xwe yê bi çend salan ji xwe biçûktir di doşega erdê de li ser dev dîtibû. Ya ku herî pir bi zilêm şikebar û cihê şaşwaziyê hatibû ew bû ku, wê sibehê gava xweha wî di milê wî de ew dibir mala xwe baran dihat.
Tu bijîşk û nexweşxane neman ku ew lê negerandin. Piştî ku ji tu yekan encameke erênî wernegirtin, bihîstin ku li alî Sêrtê jinikeke hekîm heye ku gelek nexweşiyan derman dike. Dema ku gihan wir, jinikê lê nêrî ku zilêm ligel wê serma û seqema dijwar a di hestiyên wî de digere qet naricife, û heçko bi îlhameke ji nişkê ve, gote ku divê çil rojî li ser hev şîrê kereke nûzayî bidinê. Hefteyeke rast qediya heya ku zavê kerekî wiha peyda kir. Bes tiştek kêm hiştibû ku vêya li hemana bû ku dawiya vê tedawiyê bîne: Dahşika kerê pê re neanîbû û di nava çend rojan de şîrê kerê ziwa bûbû. A soxî, bi gotina xweha zavê kirin û vê carê bi qemyona mêrê wê ku diçû wan aliyan, ew birin ba hekîmekî li Şirneqê. Kevjalên kelandî pêşniyara wî hekîmê li gundekî li qiraxa çiyayê Cûdî dijiya bû. Lewra wê qursika di qirika wî de, weke miqnetîsekê êş û hîleyên di temamê canê wî de komî ser hev dikir û derba nemanê hazir dikir. Loma bû ku hal di lebatên wî yên din de jî nemabû, ku ew kulên di wan de veşartî ji wan derketibûn û vê yekê hevsengiya wan xirxilandibû. Ger ew gulok nehata mehandin û helandin, wê weke dûberanekê mezin bûbûya, heya bi bergiya mejiyê wî bixitimandaya û rihê wî biçikandaya. Li ser van salixên hekîmê pîr ê ku heya ku ji ba wî çûn jî dia û hêviyên xwe ji wan kêm nekir, ji masîvanê hevalê wî yê berê tika kirin ku jê re kevjalan bigire.
Vêga li ser kursiyê rûniştî, ji aliyekî de bi masîvên re ketî galegalan, ji aliyekî de jî difikirî ku gelo kevjal jî wî neynin ser qaweta wî, an pêşî li vê qelsbûna di gewdeya wî de neynin, her tişt ê çiqas zû bi dawî bûbe hingê.
- Xwezka Xweda hebe, Hemed, got; heçko hîç hay ji xwe tune bû.
- Xweda mezin e, rehîm e, biraxulam, got masîvên. Bêhna xwe fireh ke. Xweda hez ke tê ji berê baştir bibî.
Hemed kêrika di têlka qorek mifte pê ve de, vekir û serikê wê bi textikê kursiya bin xwe xist. Çend çenikê xeratê bi ber ketin Zilêm zoq li lawikê ku nenûkê xwe di pelikên masiyekî li ser tablê radikir û devê xwe weke bikene, weke hêrs bibe diqermiçand, temaşe dikir.
- Xwezka, Hemed. Xwezka… Her tişt weke wî ye, ne weke me ye, got hêdîka.
Wê rojê dema riya panzdeh deqeyan di nîv saetê de birî û tam di wextê firavînê de, şûşeyeke plastîk a ji nîvî de qetkirî û di kîsikekî reş ê lê pêçayî di destan de gihaşt ber deriyê mala xweha xwe, wusa fikirî ku ji ber ku ne li mala xwe lê êdî li mala xweha xwe dimîne rê wiha pê dûr tên.
*
-Ka bila qasekî din jî bimîne, got zilêm. Belkî hînê venegeriyabe.
Şijde kişandî ser çokên xwe û serê xwe spartî şibakeya nizm a tava sibê tê re nava hundir gewr dikir, li jinika ku lûleyên argûna komirê radikirin dimeyzand. Jinikê bi destsivikî lûle ji hev derxistin û ew birin danîn ber hawizê tirimpê ê li hewşê. Bêyî ku li spîtahiya çavên wî biwarqile, dema ku vegeriya;
-Hez kî hinekî din jî razê, gote wî. Xwe li ser vê mînderê dirêj bike, ez ê betaniyekê ji te re bînim.
-Ne hewce ye, got. Ez ê qaseke din rabim.
- Ka ez vê sobeya ceylanê vêxim, jinikê got, û bi fîşa ku xiste pirîzê li diwêr re xirexireke nizmik ji qozîka odê hat û pê’r pê’r her du bistikên wê sor bûn. A navîn weke roviyê heywanekî reş û tarî ma. Siya jinikê weke tariyeke tîr hundirê odê hilçinand û weke tîremarekî di ber zilêm re kişiya, derket derve.
-Tu dibêy ez îro herim, got zilêm, weke ji pesnan, bi xwe re xeber dida. Dengê teqreqa firaqan ji mitbexa li derve hat.
-Tu di xwe re nebînî, bira Evdal here ji dêvla te bîne, dengê jinikê ji derve de hat. Wê kêliyê dengê wîrewîra zarokinan a ji kûçeyê qiloz dibû li ber guhê zilêm ket. Fikirî ku niha Evdal çi dike. Niha li ser qaxetên pakêtên cixareyan ê ku desteyeke mezin ji wan çêkiribû dilîst. Pakêtên şîn bêtir jê re dihatin, digot. Bes, ji ên cixareya ku wî di xortaniya xwe de vedixwar di nav wan de tune bûn.
Kuxikeke xeneqîtkî pê girt. Serê şijdê ji nav lepê wî yê rehilok xijiya. Cardin ser dawa xwe rast kir. Heya çendeyeke berê, ciyên ku di xortaniya xwe de li wan geriyabû, heya bi çiyayê Cûdî jî, dihatin bîra wî. Lê vêga his dikir ku heşê wî nabire heya bi kûçeya derve bihizire. Piştî çend gavan heçko perdeyeke tarî ser heşê wî digirt, hizra wî tarî dibû û hew tiştek dihat ber çavan. Bi rastî Evdal biçûya dê çêtir bûya.
Bahlîfa pişt xwe hebikî rast kir û xwe ramedand. Tava ku ji pencereya nizmik a ber serê wî dida hundir, rûyê wî paland û di nav tîrojeke germik de hişt. Tevzîneke rehilokî di canê wî de liviya. Xur bi qirika wî ket. Di bin palikên çavên xwe ên ku hêdî hêdî diqulubîn re şembelîkên ku li ser zimanê xwe diheland, dît. Dema ku xwest di wê xewna kurt a ku wan zivistanên dûr û dijwar didît de bimîne, bi ser heşê xwe ve hat. Dengê lingên jinikê ku li nava hundir diçû û dihat, kir. Tirsekê bi kêfeke nediyar ser dilê wî guvaşt, dilê wî yê ku vê dawiyê weke lepikekî peritî di sînga xwe de hiltanî. Lê gava ku dît jinik tasika çingo a vala danî qozîka maseya televizyonê, nezanî çi his bike.
Vê kera qey heqet ji binî de ziwa bûbû.
-Rojên ewil çi şîrek jê dihat, got jinikê bi pilepileke gazindok.
Wê hingê, hema bê xwe peritandibû ji bo ku tasa ewil a bi şîr berxweş, bi ser xwe dake. Heya ku tasê di bêhnekê de nîvî kir, ji xeynî wexmeke tîr, germik û şilekî pêjna tu tiştekî din nekiribû. Gava ku tasa nîvcomayî ji ber xwe dabû alî, çavê wî ketibû ên Evdêl ku tam li pêşberî wî zoq lê dimeyzand. Ji bo xatirê xweha xwe, cardin xwe dabû ber pêla mayî ya terr î tahloşkî û tas vala kiribû. Wê kêliyê çavên Evdêl ên di kortikan de qerisî derizîbûn û hoqhoqa kenê wî weke wîtewîta hechecîkan hundir dagirtibû. Ji ciyê ku a niha xwe lê vezelandibû, di bin wê şijdeya xetxetî de, hizirî ku wî zemanî çiqas li ser xwe bû. Lê niha… Niha Evdal li ku bû?
Piştî qasekê, xweha wî bi domahiya kêliyeke kin ew dît ku destên wî di berîkên kêlekê ên çakêtê wî yê gewr de di deriyê hewşê re derket. Wê hingê ger xwe dirêjî beroşa li ser tifikê a li ber deriyê mitbexê, ku kela wê diçû, nekira da ku qalpaxa wê rake, dê bi hêsanî bidîta ku di nava deriyê hewşê de çaxa ku birayê wê gava xwe avêt kûçê çawa teqleke ketinê lê ket û duta bû. Lê belê vê dîmena li hemana ne wê, Evdêl dît, û dît ku xalê wî çawa bi zorê xwe rast kir; bes dengê xwe nekir û kevirê di destê xwe de wirwirand xêzika loda kaxetan tê de. Wî, belkî jî qet, ji xalê xwe hez nedikir.
Piştî ku ji serê kûçeyê zîvirî û di ber mizgefta kesk re buhurî, zilêm fahm kir ku dirêjtirbûna riyan ne gumaneke wî ya şaşomaşobûyî ye. Bi rastî jî di navbera mizgeftê û serê kûçeya elafan de ji berê bêhtir xanî rêz bûbûn û peyarêyên li ber wan weke riyeke ku heta bi heta diçe xuya dikirin. Hewl da ku xwêdana li ser eniya xwe hîs dike paqij bike, lê vê gavê poşman bû; nexwest destên xwe ji berîka çakêt derxîne. Di ber dîwarê dikana serê goşê re ber bi çep bû û derbasî aliyê din bû. Gava gihaşt ber dibistana zarokan, hizirî ku lingên wî ji qeysê ku guman dikir çaktir in. Lê dîsa jî qanih nebû ku riya îro ji ya do ne dirêjtir e. Û ev hefteyek e werê bû.
Masîvan Hemed, çawa ku ew ji serê kûçeya dareke stûr li berê dît, ji qahweya nêzîka tableyê çeng bû ser xwe, û xêrhatin tê da.
-Va tu îro baştir dixuyê, gotê. Hez kî em li qahwê rûnên destek kaxet bilîzin.
Bêyî ku bersivekê bide, zilêm xwe berda ser kursiya li ber tablê.
-Hemed, got wê rojê. Li vê navçê tiştin diguherin qey?
-Çi tişt, bavcinetî? got, û lûfikê li ser mêzênê di deboka avê dakir, bi ser masiyên zerikî de guvaşt. Dû re bi tevgereke lezgîn dest pê kir di betanê şîn ê ser rûyê tablê da.
- Her tişt ji min dûr dibe, êdî. Xwezka te jî îro ev table li dûrtir danenîbûna.
Hemed berê xwe da tirimbêlên ku li dewsa wî parq kiribûn. Tenê çend gavan bi vî aliyî de anîbû.
Masîvan bi kesereke ku bêhn û lewta masiyan a li ser cilên wî yên rengtarî ên kevn didan veşartin li kursiya tenîşta wî rûnişt. Ji dormîşeke ku dema di ber wan re derbas bû li qornê xist, re destê xwe rakir û silav da. Îro kurê wî jî nehatibû. Ka wê du kîlo masiyên hûr kirî bi kî re bişanda mala parêzgêr. Qutiya cixarê ji berîka montê xwe derxist û pelek di nav tiliyan re rakir, pirtikên kaxeta gezkirî di nav diranên wî de;
-Ji te re jî yekê bipêçim, got.
-Na. Çavên wî ji şopandina livên masîvên betilî bûn.
-Vê qutiya bavê min çêkiribû, tu zanî, got masîvên. Tewfîq Îsa bi vêya ji derbên eskeran xelas bû û derbasî aliyê din bû. Qeynaxa serê hînê jî xuya ye… Ji biniya xetê cardin ji bavê min re şandibû û gotibû bila qutiyeke weke dilê min saxlem ji min re çê bike. Hînê rê neketê ku bavê min yekê jê re bişîne, ew daleqandin. Eynê di rojeke werê tavik de.
Xeberdana wî ew qas giran dimeşiya ku cixara nav tiliyên wî êdî mabû qûnik û çavên zilêm giran bûbûn weke risas. Tenê dema ku masîvên jê re bi mirûzekî tirş daxuyand ku wê rojê qet kevjal negirtine, bi ser xwe ve hat û reşikên çavên wî fireh bûn.
*
Dengê wê û yê baranê di ber hev de dibehdilîn. Pistepist û xumînî weke libên tizbiyekê dor didan hev û diguhestin. Carinan dema ku şeqîniya birûskan vedida, weke îskekê dengekî tûj ji binê çarşefa şîn dihat. Hingê pariyê nanê bi avbacan di gepa Evdêl de dima, û wî jî, mit, guh didêra. Dilopên ser wî hînê tam ziwa nebûbûn. Ligel ku navbera axur û hundiro çend gav jî bûn, heya çûbû êmê ber kerê vala kiribû û hatibû, bûbû weke çiravê. Berê xwe dida bavê xwe ku nava lepê xalê wî yê bê liv dirêjkirî û tenê serê wî yê li ser bahlîfê ji derve, difirikand, û piştî ku tu bertek ji wir jî wernedigirt gepa xwe dadibelihand. Dengê du pisîkên ku bi bazdan di ber pencerê re bazdan ew veciniqand. Ji nişkê ve dengekî weke îskeîska girînê ji binê çarşefê hat. Şeqşeqa tizbiyê ya ku jinikê pê werd dikişandin, bo cara yekemîn rawestiya. Dû re giriyekî xeneqîtkî. Ronkahiya birûskekê bi carekê re da hundirê odeya ku lembeya wê hê nehatî pêxistin. Mêrê wê lepê bûrayê xwe berda û li girêka mezin a di bin çarşefê de nêrî. Pistepistên di bin çarşefê de weke siyekê her çû zêde bûn.