Diyarname
Şampiyê cara dawî Spanya di du maçên dawî de, di her duyan de jî têk çû û xatir ji Kûpaya Cîhanê kişand. Şîlî bi 2-0 Spanya têk bir. Di maça din de 5 gol hebûn Lê Hollanda bi 3-2 li hemberî Avustralya bi ser ket.
Maça pêşî de hefteya borî Spanya li hemberî Hollandayê bi 5-1 têkçûbû. Her kes li bendê bû ku Spanya di maça Şîlî ya îro li dar ket de kirasê mirinê ji ser xwe biavêje, lê nebû. Spanya li hemberî Şîlî jî têk çû û bi vî awayî xatir ji tûrnûvayê xwe.
Golên Avustralyayê Eduardo Vargas (deqe 20) û Charles Aranguiz (deqe 43 avêt).
Hollanda li hemberî Avustralya bêrehm bû!
Di maça din a Koma B de Hollanda û Avustralya derketin hemberî hev. Maçek têr gol lê hebû, lê di encamê de Hollanda bi ser ket: 3-2,
Di maça ku li Stada Beira-Rio ya li bajarê Porto Alegre li dar ket de Arjen Robben (dq 20), Robin Van Persie (dq 58) û Memphis Depay (68) li ser navê Hollandayê gol avêt.
Golên Avustralyayê jî Tim Cahill (dq21) û Mile Jedinas (54) avêt.
Bi van encaman Hollanda û Şîlî bûn xwediyê 6 pûanan û ji komê derketin. Spanya û Avustralya jî bi sifir pûanê êdî dê vegerin mala xwe. Maça dawî ya vê komê dê 23'yê mehê bê lîstin.


