Diyarname
Yekîtiya Komeleyên Gêxî (Kixî) ya Çewligê di navbera 12-13'yê gelawêjê de wê festîvalek li dar bixista lê Qeymeqamiya Gêxî festîval qedexe kir.
Komele ji sala 2012'yan ve vê festîvalê lidar dixe. Îsal jî bi navê "Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxî" dê du rojan li dar bixista lê Qeymeqamiya navçeyê festîval qedexe kir. Qeymewamî sedemên ne tu sedem ên wekî "belgeyên we kêm in", "Cihê festîval lê li dar bikeve nîn e" nîşan dan.
Komîteya amadekar daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Ev qedexe ne niyeteke baş e. Ev xirabiye ku li hemberî gelê Gêxî û esnafê wê hatiye kirin. Li her aliyê welat çalakiyên bi vî rengî çêdibin lê li Gêxî qedexekirin ne tiştê aqilê ye. Armanca me ew bû ku em bi hev re xemgîn bibin, bi hev re kêf bikin. Me dixwest em bi hev re bi kurdî stranan bêjin, rabin dîlanê. Qedexekirina çalakiyên wisa li Gêxî tiştek derî aqil e."
Komeleyê ji bo festîvalê bi 10 hunermendan re li hev kiribû, bi roj dê panel û gotûbêj li dar biketa lê fesTîval hat qedexekirin.


