Dawûd Rêbiwar
Çend sal berê dema ez çûm gund, êvarekê mijar ji tiştonekan vebû. Di nava sohbeta bi qasî nîv saetekê de min ev tiştonekên li jêrê not girtin... Piştî 7-8 salan îro ez di nav rûpelê deftereke xwe de lê rast hatim. Min xwest bi we re parve bikim.
Wekî notek: Tiştonekan bixwînin û li bersivê bigerin, ger we nedît, bersiv li jêrê, li binê nivîsê ye…
1-
Masiyê çiv da
Behrê kef da
Çep zivirî
Lal xeber da
*
2-
Çir çir î
Sor dixwe
Spî dirî
*
3-
Dora reş e elewat
Orte reş e selewat
Ter lê dixim
Hişk derdixim
*
4-
Qasî tilîkî
Tije dike xanîkî.
*
5-
Xalê min ê b'nigekî
Çû ber garana gundekî
*
6-
Wî alî dîwar
Vî alî dîwar
Navê da sekî har
*
7-
Axa raza ye
Xulaman serê xwe daniye ser.
*
8-
Tendûra zimzimî
Tijî nanê genimî
*
9-
Qazî bi qîza xwe
Mele bi jina xwe
Çûn ser darê
Çar sêv hebûn
Her yekê yek anî xwarê
Yek ma zêde
*
10-
Heftê heşt leylek
Nivî sor nivî belek
Duwazdeh ga
Du çêlek
*
11-
Hîv û roj yaşkî
Mele bi şaşkî
Çil ga çûne aşkî
*
12-
Odeya şûştî muştî
Sî û sê feqî tê de rûniştî
*
13-
Xalê min ê nigdar
Çû ser darê dar xwar
BERSIV:
1- Saet
2- Genim û Ard
3- Tenûr û Nan
4- Çira
5- Mîrkut
6- Dev û ziman
7- Kêran û Dar
8- Esman û Stêrk
9- Jina mele qîza qazî ye
10- Roj û heyv, duwazdeh meh û du eyd)
11- Mele û cimaeta xutbê
12- Dev û Diran
13- Tewşo