Diyarname
Şaredariya Kayapinarê Li Parkan Rojên Sînemayê li dar dixe. Di 9 hefteyan de gelek fîlm dê bêne nîşandayîn.
Çalakiya li parkan nîşandayîna fîlman ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve tê organîzekirin û îro dest pê dike.
Nîşandayîna fîlman dê heta 31'ê gelawêjê berdewam bike û hefteyê sê rojan nîşandayîna fîlman heye.
Di vê çarçoveyê de dê ev 9 fîlm bêne nîşandayîn:
- Votka-Limon (Hinar Selîm)
- Yolda (Erken Kral)
- O da beni Seviyor (Bariş Pirhasan)
- Rengê azadiyê (Bille August)
- Bayê azadiye (Ken Loach)
- Pardon (Mert Baykal)
- Dar Alanda Kisa Paslaşmalar (Serdar Çakar)
Her wiha fîlmekî bi navê "Keleha li asîmanan " (Derhêner Hayao Miyazaki) jî dê ji bo zarokan bê nîşandayîn.
Şaredariya Kayapiraê ev çaremîn car e çalakiyeke wisa li dar dixe. Heta 31'ê gelawêjê fîlm dê van rojan li van deran bêne nîşandayîn:
- Roja pêncşemê: Parka Ahmet Arif, Huzurevleri
- Roja înê: Parka Dewrêşê Evdî, Gaziler
- Roja Şemî: Parka Ekin Anfi Tiyatro
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.