Diyarname
Ev nûçe/xebere bi kurmancî û kirmanckî (Zazakî) ya/ye.
KIRMANCKÎ
Kitabêke bi namey "Wêneferheng" veciya. Kitabo ke Ridwan Polatî nisto, resmê cê Ercan Altuntaşî viraştê. Kitab bi rismanê rengînan hamew hedrekerdin û tede 600 çekûy estê. Kitabo ku hetê Morî Zarok ra hamey çapkerdiş, xîtabî tûtan keno. La ê ke newe kurdî mûsenê zî eşkenê te ra fêde bigîrê.
Kitab bi kirmanckî û kurmancî hamew hedrekerdin; her çekûy tede bi risim motê ra û namey cay bi wirdî zaravayan hamiya niştişî.
Di kitab de 28 beşî estê ke zey pîrozkerdinê rojbîyayîşî, keye, leş, kinc û kol, heywanî, rengî, meslegî, hobî, demserî û çî bînî estê.
KURMANCÎ
Pirtûka bi navê "Wêneferheng" ji aliyê Ridwan Polat ve hatiye nivîsîn û Ercan Altuntaşî wêneyên wê çêkirine. Di pirtûka ku rengîne de 600 peyv hene. Pirtûka ku ji aliyê Marî Zarok ve hatiye weşandin xîtabî zarokan dike. Lê yên ku nû hînê kurdî dibin jî dikarin jê sûde bigirin.
Pirtûk bi kirmanckî û kurmancî hatiye amadekirin. Her peyva ku bi wêne hatişe nîşandayîn, li ber bi her du zaravayan navê wê hatiye nivîsîn.
Di pirtûkê de 28 beşên wekî pîrozkirina rojbûnê, mal, laş, cil û berg, ajal, reng, pîşe, hobî, demsal û tiştên wisa hene.
-Wêneferheng (kurmancî-kirmanckî) / Amadekar Ridvan Polat, Wêne Ercan Altintaş / Weşanên Morî Zarok / 64 rûpel / Adar 2022