Diyarname
Ji bo Dora 2'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Reqîbên xurt derketin pêşbetî tîmên kurdan.
Ji bo pişkeyê li Olîmpiyatxaneya Atakoy a Stenbolê civîn hat lidarxistin. Di civînê de rêveberên TFF'ê amade bûn.
Di Dora 2'yem de 40 tîmên di Dora 1'em de bir ketibûn, 36 tîmên di Lîga Spor Toto ya 2'yemîn de dilîzin, 19 tîmên di Lîga 1'emîn a PTT'ê de dilîzin û 13 tîmên di Super Lîga Super Toto de dilîzin cih digirin.
Maç wê rojên 24-25-26'ê vê mehê bêne lîstin û tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yemîn bibin.
Ji tîmên bajarên kurdan ev tîm di Dora 2'yem de dilîzin û reqîbên wan ev in:
- Diyarbakir BB - İskenderun Demir Çelikspor
- Trabzon Akçaabat - Gaziantep BB
- Gaziantepspor - Çorum Belediyespor
- Belediye Wan - Manisaspor
- Şanliurfaspor-Giresunspor
- Boluspor - Batman Petrolspor
- Yeni Diyarbakirspor - Altay