Diyarname
Îsa Encu ku di Komkujiyê de birê wî Celal Encu jî hat kuştin îro li gund, di dema bibîranîna gundiyên hatin kuştin de axivî. Encu eşkere kir ku ew dê neçe leşkeriya ji bo dewleta Tirkiyeyê. Encu wisa got: "Ez şerm dikim vê ji bo we vebêjim. Wisa komkujiyekê bû, wê rojê ez çend caran ji nav şehîdan re derbas bûm, lê min birê xwe yê xweşik Celal nas nekir. Komara Tirkiyeyê ev sed sale gelê me wekî neyar dibînin û her cure komkujiyê dike. Ew sirgûn, asîmîlasyon û komkujiyê ji bo me heq dibîne. Di dema ku wisa hiqûqa neyartiyê hebe ez ji raya giştî dipirsim, di rewşeke wisa de çawa ji bo ez herim leşkeriya wan gazî bikin dikin? Ezê ne wekî leşker, ne wekî cerdevan, ne di dema şer de, ne di dema aştiyê de ezê çekê vê dewletê negirim destê xwe. Ez ji vê derê ji bo hemû raya giştî wijdana xwe ya reda leşkeriyê eşkere dikim."
***
Li ser Roboskiyê nûçeyên eleqedar ên îro:
- Demirtaş: Divê Kurdistana kurdan hebe ku hesabê Roboskî bê pirsîn
-