logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  2. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
  5. Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn
news-details

Ji Lîsê 6 xelatên Newrozê

Weşanxaneya Lîsê di vê Newrozê de du roman, du çîrok û du pirtûkên helbestan wekî xelata Newrozê çap dike. Di nav vê de

  • Dîrok: 14/03/2009
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Weşanxaneya Lîsê di vê Newrozê de du roman, du çîrok û du pirtûkên helbestan wekî xelata Newrozê çap dike.
Di nav vê desteyê de berhemên 6 nivîskarên navdar ên kurd hene û ev wekî 6 xelatan di Newrozê de digihîjin ber destê xwendevanan.
Weşanxane bi çapkirina desteyek berhemên nû desteka xwe ya ji bo kampanya Zimanê Kurdî jî berdewam dike. Pirtûkên ji bo roja Newrozê wekî diyarî tên weşandin.
Desteya pirtûkan ji du roman, du çîrok û du helbestan pêk tê: “Deqên Qesas” a Lal Laleş, “Zaremya” ya Îrfan Amîda, “Dengê Xwînê” Têmûrê Xelîl, “Mişextî” ya Adil Zozanî, “Miriyê Heram” a Bavê Nazê û “Çilkên Pênûsê” ya Dilawer Zeraq ji bo girseya Newrozê tê diyarkirin.

Vaye agahiya li ser berheman:


Deqên Qesas

Eger edebiyata zimanekî berhemên ku ji gelek hêlan ve wê bilerizîne neafirîne li gel vê yekê teb û toreyê heyî yê wêjeya ku li ser hêşîn dibe têk nebe ew wêje piştî demekê radiweste û hêz û qeweta xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî berhemên ku teb û toreyên heyî têk dibin di wêjeya wî zimanî de berendamê şaheserîbûnê ne û dibin qûçek mezin ê wê wêjeyê. Ji wêjeyê re dibin nefes û riyeke nû

Divê mirov berhema Deqên Qesas a Lal Laleş ku piştî  “Berbejna Rê” ku wekî dîwana wî ya duyemîn derçûye, di vê çarçoveyê de binirxîne. Ligel pirtûka ku ji gelek hêlan ve balê dikişîne jî hêla wê ya herî balkêş û bi tesîr zimanê wê ye. Rast helbesta modern a kurd zimanê xwe afirandiye. Lê rastiyeke din heye ku bûye sedema rawestandina zimanê helbestê, ji ber ku her diçe zimanê helbesta modern nêzî hev bûye û şibiyaye hev. Ev rewş helbesta kurdî ber bi xetereyê ve dibe û rê li ber wê digire. Di demên wisa de di zimanê vê edebiyatê de helbestvanên ku peyvan daqûl tên wan didin ber tîran, divê hîn bêhtir li peyvan daqûlên, ji nû ve rihekî bidin wan têkiliya di navbera bêjeyan de ji nû ve saz bikin. Dîsa peyvan bi hev re ava bikin. Tiştê ku di “Deqên Qesas” de ku helbest van dixwaze bike ev e. Ji bo wêje û zimanê kurdî bûye hilmek.

Deqên Qesas bi bikaranîna zimanê xwe hem di nava wêjeya cîhanê de hem di nav a kurdî de  û hem jî di qonaxa wêjeya kurdî ya gîhaştî de sekneke xweser e.

***

Zaremya

“Zaremya”, pirtûka Îrfan Amîda ya çaremîn e. Zaremya di mîtolojiya Aryan de jinê, jiyanê êşê ji nû ve jidayikbûnê û di heman katê de hêviyê temsîl dike. Pirtûka helbestvan Amîda ya ji helbestekê tenê pêk tê jî helbesta êşê, jinê, evînê û ji nû ve jidayikbûnê ye. Helbesta bûneweriyê ye.
Avakirina deng û zimanê xwe û qolincîbûna jinekê, jiyanekê, gelekî, mirinekê û jidayikbûna welatekî ye Zaremya.

Ev rêwîtiya ji nû ve jidayikbûnê, ev lêpirsîn û lêhûrbûn nirxandina dîrokekê, welatekî, aktorên wî welatî yên maxdûr, şahid û xayînên wî welatî ye di heman çarçovê de werqilandina li mekan û zemanê wî welatî û gelê wî welatî ye jî.

Xwendevan bi Zaremya derdikeve rêwîtiyeke dîrok, evîn û ji nû ve jidayikbûnê. Zaremya zimanê me yê qerimî û zingargirtî dike ku wekî zêr bişixule.
      
***

Dengê Xwînê

Bi zimanê xwe yê ku ji rehên kurdiya me ya delal dikêşe, bi tevna xwe ya ku wê hêjahiya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokeke gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn… Evîna Temo û Alînayê. Mirazê nebûyî. Naleyeke Cudayî. Straneke bi per û bask, li ber serê baqek binefş.
Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi “Dengê Xwînê” re, di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de.
Çîrokeke ev çend bi sadebûna xwe ve xurt û bi kurdî li benda we ye.

***

Mişextî

Adil Zozanî, di romana Mişextî de di ser bûyerên ku qewimîne û hatine jiyandin re, têgiha ‘mişextî’ û wateyên ku lê hatine barkirin dide ber pirsyaran. Lehengên sereke yên romanê hem bûyeran dijîn û hem jî çavdêr in. Mişextî, ew kes in; hem xeydaneke ku îhtîmal e ku di kêliyekê de li wan bibe lihevkirineke xurt, di navbera wan û warê wan de çêdibe, hem jî ji ber wan şertên dijwar û neligorîdil ku piştî cirîna bobelatekê pêk tên, bêgav in dev ji cî û warên xwe ber didin û koçber dibin - tevî ku ne bidil û daxwaz in jî-. Sacoya Mitirb, Mîrqasim Begê Botî, ‘mişextiyên’ Helebçeyê û yên dî… Ew hem xeydanên nazdar in, hem jî koçberên begavmayî ne.
Em bi xwendina vê romanê car din têdigihîjin ku, em kurd tim û tim di rewşa ‘li vî alî behr e, li vî alî çal e’ de mane û hatine ber fetisînê û me bêhna ku ji bo jiyîna me divê jî, ji vê rewşa paradoksî peyde kiriye.

***


Çilkên Pênûsê

Dilawer Zeraq, tevna kurteçîrokên di Çilkên Pênûsê de, bi teknîk û metoda ‘firehkirina kêliyê’ ya ku Jorge Luis Borges ew bi dê û bav kiriye, saz kiriye. Di vê pirtûkê de, kêliya ku di dema fireh de tê firehkirin û bi tevn û vegotina her çîrokê re bi awayekî dîtir tê hîskirin û bi firehbûna xwe re jî dibe sedem û alîkar ku rewşên mirovane, yên wekî têkçûyîn, kêfxweşî, xemgînî, tenêtî, parve(ne)kirin, nêzikbûnên ligel dûrahiyê, coşdariya di nav xemgîniyê de, evîna di nav têkçûyînê de, hezkirina di nav tenêtiyê de, bên zimên. 

***


Miriyê Heram

Aliyek Roman aliyek Nirxandin e ‘Miriyê Heram’

Romana Bavê Nazê ya bi navê ‘Miriyê Heram’ mijara ziman û asîmîlasyonê careke din di rojeva kurdan de bi cih dike û tîne merheleyeke nû. Bavê Nazê ku di romana xwe ya nû de bala xwendevan dikişîne ser karesat û têkçûnên zimanê civakan û berê xwendevên careke didin dide ser bûyerên ku diqewimin.

Zimanê kurdî ji aliyê rêxistin û tevgerên kurdan ve wekî xaleke dawî hate nirxandin. Perwerdeya ziman, edebiyat û dîroka edebiyata kurdî wekî perwerdeyeke zêde û fantezî hate dîtin. Tiştên ku di encama vê dîtinê de derketin holê û jiyan li kurdan kirin wekî karesat, mijara romana Bavê Nazê ye.

Mijara ziman bi salan e ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û kesên bihîstyar ve tê nîqaşkirin, nivîsandin û nirxandin. Bavê Nazê di romana ‘Miriyê Heram’ de aliyên ku heta niha em li ser neaxivîne û wekî qutiye pandora girtî mane jî datîne ber xwendevan.

Roman ji bilî mijara xwe bi tevn, sazkirin, honandin, îronî, rexne û vegotina xwe jî nahêle ku xwendevan pirtûkê ji destê xwe dayne.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Berî hilbijartinê anketa dawî!

ad

Dîroka mîtîngên bi beşdariya Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn

ad

Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

ad

Lîstikvanê serketî yê tûrnûvayê: Iniesta

ad

Rewşa Saziyên Sivîl li Bajarê Kobaniyê

ad

Rusyayê bertek nîşanî formaya Ûkraynayê da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname