Diyarname
Par li Duhokê 5 rojnameger hatibûn girtin û her yekî 6 sal cezayê hepsê li wan hatibû birîn. Niha dadgehê ew ceza erê kir.
Par di dema şopandina çalakiyan de rojnameger û aktîvîst Şervan Şerwanî, Şivan Seîd, Ayaz Kerîm, Harîwan Îsa û Guhdar Zebarî hatibûn girtin. Dadgehê bi sedema "Cih û saziyên xesas ên Herêma Kurdistanê kirine hedef" ceza li wan birî bû. Ez cezayê ku li wan hat birîn niha ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve hat erêkirin. Bi vê yekê re rêya berdana rojnameger û aktîvîstan hat girtin heta ku ew cezayê xwe li girtîgehê temam bikin.
Li Başûr van deman zordariya li ser rojnameger û aktîvîstan zêdetir bûye.