Diyarname
Bi rêveberiya Mufit Yuksel, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê panelek li ser Ehmedê Xanî li dar dixe lê ne Xanî, li ser "Ahmed-i Hani".
Di panela ku wê 15'ê mehê li dar bikeve wê Mufît Yuksel, Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, Ayhan Tek û Prof. Kadri Yildirim li ser Xanî biaxivin. Lê ji ber ku di paseporta Resul de mohr nîn bû ew bi paş ve vegeriya başûrê Kurdistanê.
Panel li ser Xanî ye lê navê Xanî ne wekî orjînala xwe, wekî "Ahmed-i Hani" nivîsandine û bi vî awayî pêşkêş kirine. Ji panelek ku navê kesê li ser bê axivîn jî rast nehatibe nivîsîn dê çi derkeve em nizanin, lê dîsa jî vaye dîrok û cihê li dar ketina panelê:
Dîrok: 15.02.2014, Saet: 16.00
Cih: İBB Ali Emiri Efendi Kultur Merkezi / Fatih, Stenbol


