HESEKÊ
Li bajarê Hesekê Navenda Çand û Hunerê ya Osman Sebrî bi merasîmekê hate vekirin.
Navend li Taxa Kellasê hate vekirin. Di merasîma vekirinê de rêveber û partiyên siyasî, navendên çandê û gelek welatî amade bûm. Di merasîma ku peyamên PYD û saziyên civakî yên sivîl hatin xwendin de, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep Mihemed Salih Ebdo, diyar kir ku pêdiviya gel bi çalakiyên siyasî, civakî û hunerî hene, lewre jî vekirina van navendan gelekî girîng e.
Ji ANHA'yê hatiye girtin