Diyarname
Rewşenbîrê kurd, avakarê alfabeya Latînî ku niha kurd bikar tînin Celadet Alî Bedirxan rojek wekî îro, 15'ê tîrmeha 1951'ê wefat kir. Li ser vê yekê îro tora civakî de gelek kesî ew bibîr anîn lê ya muhîm vê êvarê çêbû: Bi navê "CeladetAliBedirxan" di nav twitterê de tag hat vekirin û bi hezaran kesî li ser nivîsî.
Di tagê de piranî bi kurdî hat nivîsin û hinan bi tirkî jî nivîsî û ew bibîr anî.
Kurtejiyana Celadet Alî Bedirxan
Ew roja 26'ê avrela 1893'yan li Stenbolê hatiye dinê. Siyasetmedar, rojnameger, zimanzan, nivîskar, helbestvan e. Avakarê kovara Hawarê ye, avakarê Ronahî ye.
Ew xwedî gelek pirtûkan e lê mixabin roja 15'ê tîrmeha 1951'ê li Şamê di bîrê de wer dibe û mixabin zûr xatir dixwaze.