Diyarname
Li bajarê Nice yê Fransayê di pîrozbahiyên 14'ê Tîrmehê Roja Neteweyî ya Fransayê (Roja Bastille) de bi kamyonek êrîşê gel hat kirin. Heta niha 84 kes mirine bi ser sedî re birîndar hene.
Êrîşkar hat kuştin, di kaseya kamyonê de gelek çekên lûledirêj, teqemenî û bombeyên bi dest avêtinê hebûn. Li welat sê mehên din Rewşa Awarte hat dirêjkirin.
Li gor nûçeya Reutersê dema gel li fîşekên hewayî temaşe dikirin êrîş hatiye kirin. Ajans dibêje kamyon bi lez bi qasî 2 kîlometre ber bi pêş ve çûye û di vê demê de kî ketiye ber pelixandiye. Li der û dorê gelek zarok jî hebûn û her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe.
Wezareta Karên hundir vê sibê ragihandin ku 84 kes mirine, 18 birîndarên giran hene.
Şaredarê Nice gotiye êrîşkar berê gule reşandiye û paşê kamyon bi ser gel de ajotiye.
Rayedarek ji bo Reutersê gotiye ku êrîşkar 31 salî, li Tunusê hatiye dinê kesek Fransiz bûye, berê ji şîdet û diziyê qeydên wî hebûn.


