Diyarname
Çapemeniya Letonyayê dagihand ku derhênerê fîlman ê ji Başûrê Koreyê Kim Ki-duk ji ber vîrusa koronayê wefat kiriye.
Nûçe ji aliyê portala Delfi ve hatiye weşandin. Li gor nûçeyê 20'ê sermawezê Kim Ki-duk çûye Letonyayê. Dîrektorê Festîvala Belgefîlman ArtDocFest/Riga Vitaliy Manskiy gotiye ku Kim Ki-duk xwestiye li Jurmalayê xaniyek bikire û ji bo vê yekê dê serîlêdana ji bo bihbûnê bide lê nehatiye civîna ku wan berê de diyar kiriye. Piştî ku derhêner nehatiye civînê hevalên wî li nava welat li nexweşxaneyan geriyane. Dîrektor Mansky ji bo portalê gotiye ji ber parastina agahiyan lêgerîna li ser wî dirêj ajotiye. Darya Krutova ku ji bo derhêner wergêrî dikir jî diyar kiriye ku derhêner Kim Ki-duk miriye.
Kim Ki-duk kî ye?
Derhênerê koreyî Kim Ki-duk di sala 1960'î de li Bonghwa ya Başûrê Koreyê hatiye dinê. Wî yekem fîlmê xwe di sala 1996'an de bi navê "Timsah" kişandiye. Heta niha bi dehan fîlmên pêşkêşî sînemaya Kore û ya dinyayê kiriye. "Êş" (Pieta), "Bihar, Havîn, Payîz, Zivistan... Û Bihar" (Spring, Summer, Fall, Winter... and Spring), "Tor" (The Net), "Nefes" (Soom), "Xewn", "Mala Vala" (3-Iron), "Moebius" hin ji fîlmên wî yên ku dihatin zanîn bûn.
Kim Ki-Duk ji festîvalên navdar wekî Festîvala Fîlman a Venedîkê, Cannesê, Berlînê, San Sebastianê xelat girtibûn.


