Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê nîvê şevê li ser malpera xwe daxuyaniyeke weşand ku der barê şaredarên kurd ê Amedê Selçuk Mizrakli, ê Mêrdînê Ahmet Turk û a Wanê Bedia Ozgokçe de lêpirsîn daye dest pê kirin û di vê çarçoveyê de ew ji peywirê hatine dûrxistin. Wezaretê ji dêvla wan, Waliyên van bajaran şandin cihê wan.
Bêyî şaredar bêne agahdar kirin vê sibê polîsan bi ser Şaredariya Amedê de girt û dest bi lêgerînê kir.
Dewletê sê sal berê jî bi kayûman dest danîbû ser şaredariyên kurdan ku di hilbijartina şaredariyan a 31’ê adara 2019’an de kurdan carek din şaredarî bi dest xistibûn.