Ferîd Demîrel
Roja 16'yê kewçêra 2017'an pêşî li Kerkûkê û paşê jî li cihên wekî Mexmûr, Celawle û Xaneqînê hêzên Pêşmerge vekişiyan û Artêşa Iraqê û hêzên bi ser Heşdî Şebî ve girêdayî ketin bajêr. Ev bûyer di demeke wisa de pêk hatibû ku ji ber referandûma serxwebûnê ya di 25'ê rezbera 2017'an de çavê hemû kurdan û raya giştî ya cîhanê li ser Başûr bû. Berî 16'yê kewçêrê yanî di pêvajoya referandûmê de, di serî de Mesûd Barzanî û rayedarên din ên hikumetê, yên PDK'yê mesajên wiha didan ku heke ji ber lidarxistina referandûmê û gavên derbarê serxwebûnê de êrîşek li ser Kerkûkê û herêmên din çêbibin wê heta “xwîna dawî” li ber xwe bidin. Alîgirên fikra serxwebûnê li ser medyaya civakî jî di vî warî de germ bûbûn û derdor jî germ dikirin. Sorekwezîrê Başûr Nêçîrvan Barzanî bi qasî ku ez dizanim û min şopand di vê pêvajoyê de zêde derneket pêş û her wiha di çapemeniyê de jî zêde daxuyaniyên wî nehatin dîtin. Dibe ku hesabekî wî hebe.
Di eslê xwe de gavên dihatin avêtin û daxuyaniyên ku dihatin dayin di nava raya giştî ya kurdan de heyecaneke mezin çêkiribû. Hêviyeke gelekî xurt derketibû holê. Lê bûyerên 16'kewçrêyê û yên rojên dû wê qewimîn li hêlekê ev hêvî û heyecan têk birin, li hêlekê jî deskeftiyên Başûr yên ji sala 1990'î û vir ve yek bi yek ji holê rakirin.
Ji ber çi wisa ye?
Ji ber ku hikumeta Bexdayê hîna jî dixwaze “pêş de biçe” û tiştên di destê kurdan de ji destê wan derxe. Yanî mirov dikare bibêje ku Rêveberiya Başûr ev pêvajo ji hêla stratejîk, taktîk, leşkerî, siyasî, diplomatîk û sosyolojîk ve baş nenirxandiye.
Lê hêleke din heye ku ev têkçûna ku li Başûr derketiye holê niha di nava civaka kurdan de travmayek derxistiye holê. Civak bi awayekî zelal nizane çi bû? Kê bi kê re, li ser çi awayî li hev kir? Kê bi kê re li ser çi awayî li hev nekir? Ji niha û pê de wê çi bibe? Bersiva van pirsan û hin tiştên din û metirsiya siberojê bûye sedema vê travmayê. Ji ber ku her partî û malbatên li Başûr di medyayên xwe de agahiyên li gorî berjewendiyên xwe didin, di nava civatê de rewşeke xirab heye. Yanê siyaset û civak li Başûr di vê rewşê de di çarçoveya mantiq de na lê bi hestan tevdigerin. Çi encam wê ji vê derkeve niha ne diyar e. Rojekê zanyarên me, sosyolog, psîkolog û dîrokzanên me çêbibin dibe ku vê rewşê ji van hêlan ve ji me re binirxînin.
Heke ku mirov behsa şikestinekê ji bo Başûr bike, destpêka wê ne 16'ê kewçêrê ye. Destpêka şikestina Başûr di 4'ê gelawêja (tebaxa) 2014'an de dest pê kiriye. Yanê dema ku DAIŞ'ê êrîş bir ser Şengalê û bi hezaran Êzîdî kuştin, dîl girtin û hiştin ku bi deh hezaran Êzîdî koçber bibin, şikestina Başûr dest pê kir. Tiştên ku niha diqewimin jî berdewamiya wê şikestinê ne.
Hefteyek deh roj berê pirtûkek bi navê “Kanatlarin Gılgesinde – Şengal Dile Gelirse” (Di Bin Siya Baskan de – Heke ku Şengal Biaxive) hat weşandin. Pirtûk ji hêla dîrokzan û nivîskar Namik Kemal Dînç ve hatiye nivîsandin û Weşanên Weqfa Zanê weşandiye. Di vê pirtûkê de 6 çîrok hene. 6 çîrokên Êzidiyên Şengalê. Êzidiyên ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê neçar mane berê xwe bidin Bakur û li wir di kampan de mane. Ji roja ku DAIŞ'ê êrîş birine ser wan heta roja ku berê xwe dane Bakur û li wir di kampan de mane çi qewimiye, rastî çi hatine, psîkolojiya wan çawa têk çûye û gelek tiştên din di van 6 çîrokan de hatine hûnandin.
Heke ku hûn li Êzidiyên ji Şengalê reviyane guhdar bikin, hevpeyvînên bi wan re hatine kirin bixwînin hûnê bibînin ku bê şikestin çawa çêbûye û çawa berdewam kiriye/dike.
**
Nivîsek din a Ferîd Demîrel ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li Başûr gelo siyaseta MALBATistan ango Monarşî têk çû yan na?


