Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
Fêrgîn Melîk Aykoç
Bi rastî min xwest ku ez serenavê vê nivîsê “Þilfîtazî ye hizir û hest, peyva bestseler a gojîmest” deynim. Ji ber ku yekî di hizir û hest, yekî di þilfîtazî, yekî jî di peyva bestseler de kiriye rik.
Di nava hemû rewþenbîrên cihanê de li ser mijareyên cuda nîqaþên berfireh tên kirin. Bê me kurdan hemû rewþenbîrên cihanê bêyî ku ezîtiya xwe û mezinahiya berhemên xwe derxin pêþ, di gotarên derbarê mijarê de reklamên xwe bikin, li ser mijara tê nîqaþkirin, kûr dibin. Tenê em wê platforma nîqaþê wekî firsenda xwe biha firotinê û êrîþkirinê, çêrkirinê dibînin. Ev jî mirovan dêþîne.
Birêz Bavê Nazê ji bo ku bikane romanên xwe wekî destpêka romana kurdî nîþan bide, bi wêjeya tunebûnê mijara tunebûna romana kurdî derxist pêþ. Nîqaþê li ser vê rika vala dest pê kir.
Hin nivîskarên hêja û xwediyên berhemên binirx jî ev gotinên vala nepejirandin û bersivên guncaw û têrmînak dan.
Di wê navberê de hevpeyvîna bi Îbrahîm Seydo re jî di hin malperan de hat weþandin. Wî di wê hevpeyvînê de ji bo ku bikane rastiya dîtinên xwe bide pejirandin, bi zimaneke êrîþkar, bi lêbangiyeke biçûkdîtinî û bi pozbilindiyeke þanazî, bi gotinên rencidekirinê ev nîqaþ hê þêlûtir kir.
Li gel kesayetiyê bi fîlozofiya peyvê mijar ber bi hêleke din ve kiþand, yê bi hestê tucarî xwest peyama xwe ragihîne hin deveran jî bi awayekî keys bidestxistî bi tevê vê nîqaþê bû.
Birêz Bavê Nazê di nivîsa xwe ya duyem de li dij Helîm Yûsiv gotinên mirovan diêþîne bikartîne ku tiþtên wiha ne baþ in û li pey jî dinivîse ku di romana kurdî de hest û hizir tune. Divê miov berê vê pirsê ji xwe bike: Gelo mirov dikane, bê hizir û hest, pexþanekê jî binivîse? Dema mirov bibêje; “filan kes derewan dike!” Gelo di vê hevokê de hizir û hest tune? Ma peyvên bê hizir û hest, hevokên bê hizir û hest, pexþanên bê hizir û hest hene ku roman bê hizir û hest be? Ev tu argumenteke zanistî nîn e. Mînakên pisîk û çiyan jî ne mînakên layiqê zanyarekî ye. Mijara wergerandin ji bo zimanên din jî, ne sebebeke bingehîn û zanistî ye. Gava mirov bibêje hin kêmasî û qelsiyên romana kurdî hene, ew tiþteke din e.
Di van rojên dawiyê de vê care jî Þener Ozmen îdîa dike ku lehengên romana kurdî ji lehengê Þivanê Kurmancan ya Ereb Þemo bigire, hetanî roja me þilfitazî ne, (ango dixwaze bêje; lê min eyba wan porkiriye) “…di romana Kurdî de jî leheng, belê, þilfîtazî bû, bê star bû, pê re pê re dilmayî, xeydok û di gelek rewþan de jî daþikestî (ev ji bo jinê) yan darþikestî (ev jî ji bo mêrî).”
Ereb Þemoyê reben çi bikira, ew dema demeke belengazî û birçitiyê bû, dê wî yê qatê cil û began, kiraweta ewropiyan, mîntanê sipî, þewqê Mistefa Kemal ji ku baniya bida sere lehengê xwe? Tu di vê dema nûjen de dijî, te ji konfeksiyonên bi nav û deng qatê cil û bergan bi marqe aniye li lehengê xwe yê di romana bi nave Pêþbaziya Çîrokên Neqediyayî de kiriye û rûyê me niviskarên kurd sipî kiriye, xwedê ji te razî be! Mala te ava!
Niha ev çi nexweþî ye? Çima em her tiþtî di xwe de didin destpêkirin? Çima berê wêjeya tunebûnê, du re ez? Te dest pê kiribe jî, divê ne tu, kesên din vê bibêjin!
Tîren Medenî Ferho
Mirovên ez jê re rêz digirim yek jî birêz Medenî Ferho ye. Wî jî li cihê ku li ser mijarê dîtinên xwe binivisîne, berê tang û topên xwe daye min, li Helîm Yûsiv çavan gewr dike, bi awirên tûj li Ehmedê Huseynî dinêre.
1 – Zanîna ez dizanim tu zirareke min negihîþtiye kekê Medenî, ez bawer nakim ku zirareke Helîm û Ehmed jî gihîþtibe wî. Eger di têkiliya me de bi taybetî di vê dema dawiyê de hin aliyên nerênî pêk hatibin jî, cihê wê ne ev platform e, ne jî malpareke magazîn e. Ev platform: Yek platforma nîqaþa hebûn û nebûna romanê ye. Ya duyem jî çima hin mirov ji bo ku bikanin hin tiþtan di xwe de bidin destpêkirin, li dij heyiyan wêjeya tunebûnê bikartînin? Ev çi nexweþî ye?
2 – Birêz Medenî Ferho romana min ya bi navê “Siya dema borî” di nav kategoriya romana gorbihuþt Mehmet Uzun ya bi navê “Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” û romana Firat Cewherî ya bi navê “Ez ê yekî bikujim” de nirxandiye. Ev tê wê wateyê ku wî ew roman nexwendiye, eger xwendibe jî bi qestî vê dike ku ev neheqiyeke mezin e. Lewre romana “Siya dema borî” helwest û nirxandinên þovenîst û nijadperest yên nivîskar û wêjevanên kemalîst deþîfre dike. (Di wêjeya tirkan de jin û keçên welatên bi destên tirkan dagirkirî, yên gelên bi destên tirkan hatî qetilkirin, tim evîndarê leheng û qehremanên tirkan dibin, ji bav, bira û ji gelê xwe re îxanetê dikin. Di her fîlmên dîrokî û di gelek romanên wan de ev heye.) ji ber vê egerê jî romana “Siya dema borî” dijberê wê helwest û wan romanan e.
3 – Li ser mijara “divê roman li ser xaka xwe be” Birêz Medenî Ferho her çendî navê romanên xwe nedabe jî mebest ev e. Îdîa dike ku romanên me ne li ser xaka xwe, lê yê wî li ser xaka welêt rûniþtiye. Ev jî ne rast e. ji ber ku di wê romana min de lingê bingehîn li ser xaka welêt e.
Ya duyem; êdî Tevgera Azadî jî, kurd jî gerdûnî ne. Mijara kurd û Kurdistanê mijareyeke navnetewî ye. Têkoþîna kurdan li her parzemînên cihanê bilind û geþ bûye. Ango têkoþîn ne tenê li gundê min, ne jî li gundê birêz Medenî asê maye, li tevahiya cihanê belav bûye. Heta li ser satelîtan jî bê navber didome (sinyalên diþînin ser weþana Roj TV).
Bi hezaran têkoþer ji Ewropê berê xwe dane welêt. Dema mirov jiyana wan têkoþeran ya li Ewropê nebîne, mirov nikane bigihîje rastiyê. Ji wê divê romana kurdî jî cihanî û gerdûnî be. Baþ tê zanîn ku êdî dema bizina belek û miya sor derbaz bûye. Tenê çîrokbêjiya þivan û pez, yan jî romana li ser evîna wan ne bes e.
4 – Mijara dîskoyê: Bi mîlyonan kurd li metropolan, li welatên Ewropa dijîn. Dîsko jî parçeyekê ji jiyana bajarvaniyê ye. Li aliyê din Çend zarokên li Ewropê dijîn, naçin dîskoyê? Di dibistanan de jî ji bo zarokan dîsko tên çêkirin. Dîsko, cihê li ber muzîk lîstin û lotik avêtinê ye. Li ciheke wisa vexwarina alkolê jî girêdayî mirovan e, yê bixwaze vedixwe, yê venexwe jî venaxwe. Di dawetên kurdan de jî formeke vê heye. Eger roman berhemeke bajarvaniyê be? Ji bo çi mijara dîskoyê di romana kurdî de tune be? Divê mirov ji bo xwe pesinandinê rastiya belovajî meke, êrîþê kesa neke! Yan jî ji bo pesinandina berhema xwe berhemên kesên din xirav raber meke. Ev ji nirxên camêrtiya kurdayetî jî dûr e.
5 – Mijara bestseller û longseller: Birêz Medenî Ferho di wê nivîsê de ev mijar jî derxistiye pêþ. Ji ber vê çendê jî mijara romana birêz Mîrzengî ya bi navê “Sînor” bi kartîne. Li gel wê tim dibêje ku ez bestseller nanivîsim. Baþ e, gava ku tu bestseller nenivîsînî, longseller dinivîsînî. Bestseller ne bi hêjmara rûpelên romanê ve girêdayî ye. Wekî mînak romana Ken Follett ya bi navê “Stûnên cihanê” bestseller e û 1200 rûpelî ye.
Carê li me bûye nexweþî, hetanî em gotinên biyanî bikarneynin, bi zanyariya xwe bawer nabin. Lê em gelek caran jî wan peyvan þaþ bikar tînin. “Bestseller” peyveke îngilîzî ye û ji du peyvan pêk tê; yek “best” di wateya herî baþ, herî zêde de ye. Ya duyem jî lêkera “to sell” ango “firotin” bi kurtî di wateya pirtûk û tiþtên herî baþ û zêde tê firotinê de ye. Tu wateyeke wê ya din tune. Dema ku yek bestseller nenivîse, bê guman ew longseller dinivîse, yanê pirtûkên bi salan li ser teregên firotinê dimîne, di nava gend û gemarê de winda dibe.
6 – Qalindbûna romanekê nayê wê wateyê ku ew romaneke baþ e. Dibe romaneke hezar rûpelî be, lê di warê deþîfrekirina mijare û kêþeyên civakî de pênc qiruþan jî neke, tu hikariyê li raman, hest û giyana xwenêran meke. Heta xwêner ji xwendinê sar jî bike. Ango hunera romanê ne di piraniya rûpelan de, ne di werimandin û qelebalixa gotinan, ne jî di labîranta hevokên ne temamkirî de ye. Hunera romanê di naverok, tevn, hunandin, raman û hestên romanê de ye. Carnan romaneke sedrûpelî dikane ji hezar romanên hezar-rûpelî çêtir be. Bêguman tersê wê jî dibe.
Encam
A - Li gor birêz Medenî Ferho du ceribandinên romanên kurdî hene, yek romana birêz Mîrzengî ya bi navê “Sînor” (romaneke qalind e ha!), yek jî romana Hesenê Metê ya bi navê “Labiranta Cinan”, lê ew jî bi kêmasiyan tijî ne (li gor wî). Yên din yên bi navê romanê hatine weþandin ne li ser axa xwe ne, texlîtê hev in, jiyana dîskoyan e. Li pey çi dimîne? Romanên birêz Medenî Ferho. Ango ew jî bi awayekî þermokî romana kurdî di romanên xwe de dide destpêkirin. Mala te ava! Kurd ji alî romanê ve bêpar bûn, di saya serê we de bûn xwedî roman.
B – Carna hin kes nizanin çi dinivisînin. Forma gotar, pexþanan jî nizanin. Divê di her nivîsandinê de, destpêk bi mînak û argumentan firehkirin, ango naverok û encam hebe. Birêz medenî Ferho di vê nivîsa xwe de ev rêgez jî bikarneaniye. Mirov nizane ka li kîjan qeraxê rawestiyaye û berê tîrên xwe daye kîjan çengî. Eger navê Birêz Medenî di bin vê nivîsê de neba, dê minê bigota “xebatkareke TRT ÞEÞ’ê ev nivîs nivisiye.”
C - Bavê Nazê dibêje; romana kurdî tune, lê yên min hene, Medenî Ferho û Îbrahîm Seydo jî heman tiþtî dibêjin. Þener Ozmen jî dibêje ku lehengên berheman yên bi navê romanê hatine nivisandin þilfîtazî bûn, tenê min got “qiral tazî ye” û min qirawet, cil û berg lêkir. Eger yek jî bikane fotêrê kovboy û laçika jinan bide serê lehengên romana kurdî wê gelek baþ be.
Ev awa dîtin yan jî bi gotina wan “boçûn” tenê ji hestên her tiþtî di xwe de destpêkirindayîn, ji kîbîr, þanazî, pozbilindî ku ev helwest bi giranî berhemê bangaþiya dagirker û kompleksa xwebiçûkdîtinê tê. Ji wê jî ji rastiya romana kurdî dûr e.
Romana kurdî heye û her çendî di nava bê derfetiyan de jî tê nivisandin, gelek serkeftî ye. Romanên van birêzan jî bi kêmasiyên xwe ve romanên baþ in. Ez di wê baweriyê de me, dê hin ji van romanan bikane di nav qada navnetewî de jî pejna xwe bide.
28.06.2010
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Wêjeya tunebûnê
- Þerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan