Diyarname
Weşanxaneyek din li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Wexanxaneya bi navê “Na” dest bi weşanê kir û pirtûka xwe ya yekemîn bi navê “Bêxelaq” derxist. “Bêexlaq” pirtûka çîrokan a H. Kovan Baqî ye.
Van salên dawî hejmara weşanxaneyên kurdan zêde dibin lê piranî jî ji aliyê nivîskaran ve ev weşanxane têne vekirin. Weşanên Lîs ji aliyê helbestvan Lal Laleş û hevalên wî ve, Weşanên Belkî ji aliyê helbestvan Rênas Jiyan ve, Weşanên Ava ji aliyê nivîskar Ronî War ve, Weşanên Ronahî ji aliyê nivîskar Mihemed Ronahî ve, Weşanên J&J ji aliyê nivîskar Azad Zal ve û hwd. bi vî awayî çend weşanxaneyên kurdan derketin nav qada weşangeriyê. Niha yeka din li wan zêde bû: Weşanên Na. Weşanên Na li Îzmîrê ji aliyê çîroknivîskar H. Kovan Baqî û hevalên wî ve hatiye avakirin. Nayê wekî yekemîn pirtûk, pirtûka çîrokan a H. Kovan Baqî derxist.
H. Kovan Baqî yek ji endamên “Nifşê Rewşen”ê ye û ji salên 90’î ve bi çîrokan re eleqedar e. Baqî ku di nav çîroka kurdî de xwedî cihek taybet e, hindik dinivîse lê xurt dinivîse. H. Kovan Baqî di destpêka salên 2000’î de piştî çû Îzmîrê demek dirêj jê deng nehat, lê wisa diyar e di bêrîka xwe de her çîrok dane ser hev û di van salên dawî de jî hêdî hêdî deng jê tê. Niha jî ew bi pirtûka xwe ya çîrokan ya bi navê “Bêexlaq” derket pêşberî çîrokhezên kurdî.
Ev pirtûk Baqî ku keda wî ya heşt salan e ji sê beşan û 17 çîrokan pêk tê. Digel nivîskarî edîtoriya pirtûkê jî H. Kovan Baqî kiriye; redaksiyona wê Şemso Qemer û berg û rûpelsaziya pirtûkê jî Berfo Barî kiriye. Pirtûkan Baqî heşt salan pêre eleqedar bûye ji 105 rûpelan pêk tê.
Vaye beşek ji pirtûkê:
"Azadîxwaz nîn be, koletî nawelide."
Hîçek, bi tiştekî nehîç zanibe jî hîç e. Nehîç'ek, bi hîketê zanibe dibe ji nehîçekî zêdetir, ji nehîçekî û du hîçan kêmtir. Wexta bi zanîna hîçekê qaneh nebû û hîçên ji hîçekê bêtir jî nasbike, wê bive ji nehîçekî û du hîçan zêdetir."
Bêexlaq / H. Kovan Baqî / Weşanên Na / Çîrok / 105 rûpel
Kesên dixwazin pirtûkê bi dest bixwin dikarin bi ser vê navnîşana e-mailê re bi weşanxaneyê re bikevin têkiliyê:
wesanenna@hotmail.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


