Em bi destên xwe Afganistanê çêdikin
Asli Aydintaþbaþ
Ji operasyona Mertala Firatê heta niha dîmeke ji El-Baba ku di bin destê Tirkiyeyê de ye hebû. Ji aliyê rojnamegeran ve hema bêje me mimkûn e mirov destûrê ibgire here herêma Mertala Firatê; ji ber vê jî min bi baldarî lê temaþe kir. Di nûçeya mijara "Binêrin me þaristaniyeke çi xweþ anî, dibistan vebûn" derdixe pêþ de polek dibistanê nîþan dida. Mamosteya ji Sûriyeyê ku bi tirkî xeber dida, tiþtek wekî 'bûrka' ya li Afganîstanê li xwe kiribû û rûyê wê jî girtî bû. Xwendekar jî bi vî awayî, tenê çavên wan dixuyan.
Berî vê dîsa ji heman herêmê ji Cerablûsê jî vîedoyên wisa hatibûn weþandin. Li nexweþxaneyê dixtoreke ji serî heta binî xwe bi reþê girê dabû. We nedikarî çavên wê jî bibînin. Li kuçeyan, dibistanan, li sûkê jixwe jin hema bibêje qet nedixuyan.
Cihê ku ez qal dikim herêma ku piþtî ji DAIÞ'ê hat rizgarkirin ev salek e di bin destê Tirkiyeyê de ye... Þaredariyên Entab û Kilîsê û AFAD salek e alîkarî dibin vê derê, sergoyan kom dikin, elektrîk û karê çêkirina avahiyan dikin û 140 hezar sûriyeyê li vir hatine bi cih kirin.
Lê dîmena ku derketiye holê nîþan dide ku li ber sînorê me wekî Peþawer herêmek îslamparêzên radîkal çêbûye. Enqereyê kir ku li wir konseyeke herêmî saz bibe û rebêrên herêmî tayîn kirin. Her wiha demek bi fermanameyek qedexe kir ku mamoste û dixtor rûyê xwe bi laçikê veþêrin. Baþ jî kir. Li nexweþxaneyê dixtorê/a rû girtî dibe?
Li Erebistana Siûdî hûn nikarin tiþtek wisa bibînin! Lê êdî ew "konseya herêmî" konseyek çawa ye di cih de serî hilda. Zilamên diþibiyan DAIÞ'iyan li dijî Tirkiyeyê daketin kolanan. Enqereyê bi paþ ve gav avêt. Di dawiyê de bi bacên me pêþî li rêveberiyeke bi îdîaya þerîetê tê bi rê ve birin, rejimek wekî Talîbanê hat avakirin.
Ev hê destpêk e. Tirka min ew e ji ber polîtîkaya dijkurdbûnê û polîtîkaya bêhesab û kîtap dê di nav çend salan de hemû aliyên radîkal ên li Sûriyeyê bi ser me de bêne þandin.
Ji kerema xwe re bila þaþ neyê fêmkirin; Beþek mezin a sûriyeyiyan mirovên baþ in. Tirkiyeyê mirovên ji þer reviyan girtin nava xwe, ev yek rast bû jî. Lê niha di nav wan de bi gotina "Bila ji El Kaîde û YPG, Kurd nebe çi dibe bila bibe" rê dide ber han û ev yek dê serê nifþê pêþiya me biêþîne ku ev pêvajo dest pê kiriye.
Pêvajoya Asta hem yên li Rojhilatê Gutayê, hem yên li Îdlibê berê hezên radîkal dide sînorê me û wan dixe bin ewlehiya Tirkiyeyê. Li gor daneyên NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) ji meha berfanbarê ve ji ber pevçûnên li Îdbilê 400 hezar sivîl ji cihên xwe bûne. Ew hat ser sînorê me. Dema mirov got Îdlid divê mirov bisekine û bifikire; ji ber ku ev demek dirêj e ew der ji aliyên El Kaîde û þopînerên wê ve tê birêvebirin. Lewma kesên ji wir hatine ji bo rejimek wekî ya Talîbanan qebûl dikin. Niha ne tenê ji bo Cerablûsê, bi demê re ji bo Riha, Kilîs û Antakyayê jî dê hema tiþtî bixwazin.
Çavdêrîxaneya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser 400 hezar kesên ji mehên berfanbar-reþemiyê koç bûne wisa dibêje: "Ew beþdarî 1.3 mîlyon kesên li ser sînorên Tirkiyeyê di konên xirabe de dijîn, pêdiviya wan bi xwarin, ava paqij, cihê mayînê û tenduristiyê hene bûn ku ew her di bin tehdîdê de ne."
Hûn hay ji meziniya bûyerê hene ne?
Enqere bi sedema hebûna YPG'ê ya li ser sînorê me dûr bixe bi destê xwe tamponek îslamparêz a di bin destên cîhadxwazan de ava dike. Bi ya we ev yek tiþtek baþ e? Dema mirov bibêje "Me Efrîn ji terorê paqij kir" û dibistanên wekî El-Babê mirov veke dê sînorê me hê biewletir be? Bi sedema mirov sînorên xwe bi ewle bike bikeve rê û bi derfetên Tirkiyeyê mirov li ser sînorê xwe cihek wekî Afganistanê ava bike, hemû îslamparêzên radîkal ên ji Îdlig û Rojhilata Gutayê bîne li ser sînorê xwe bi cih bike tiþtek çawa ye, ev berhemeke çawa ya fikir-zikir û stratejiyê ye? Hemû komên îslamparêzên radîkal dê di bin banê Mertala Firatê de li ser sînorê me yê baþûr bi cih bibin dê Tirkiye hê zêdetir di nav ewlehiyê de be?
Ger cihê vê quncikê bimana min dê ji bo we qala Pakistanê bikira ku di salên 80'yî de çawa bi heman fikrî ketin rê û îro çawa welat bûye bingeha terorê. Lê cihê min têrê nake.
Ji ber vê em vê pirsê bikin: Hûn dixwazin li nav taxa xwe ligel kurdên sekuler û 'marjînalên li Cîhangîrê' bibin cîran, yan ligel îslamparêzên radîkal ku bi otobusan ji Rojhilatê Gutayê anîne bibin cîran?
Lê bêyî hûn çivan bidin xwe bersivê bidin!
25.03.2018, Cumhuriyet
Wergera ji tirkî: Diyarname