Welat Dilken
Du remzên teatrealî hene. Dema ku mirov diçe temaÅŸeya lîstîkeke ÅŸanoyî, di ketina deriyê eywanê de rûyê mirovekî/ê ku du hal û rewÅŸên wî/wê dide xuyandin mirov pêÅŸwazî dike. Aliyek bi rûkenî dibêje tu bi xêr hatî, lê aliyê rû yê din bi êÅŸ û xembar e. Belkî ew rû, derûnî, hest û hizra mirovê ku di nav cîhan û jiyana xwe ya tekakesî de qeyran û ÅŸabûn xwe li ser rûyê nîÅŸanî derdora dide ye. Belkî jî dixwaze him xem û him jî êÅŸa xwe ji sifreya parvekirinê re veke. Lê, ji wê parvekirinê re gelo kesên din, ango yên ku temaÅŸe dikin, ji barê wî/ê kesê ku êÅŸê dikÅŸîne çiqasî hildidin ser milên xwe? Yan, kesên ku temaÅŸeyî wê êÅŸ û ÅŸadiya hundirîn a mirovî dikin, jê re çiqas dibin hogir û hevrê.
Belê, ew sûretên ÅŸanoyî li ser rûyê her mirovî hene. Mirov wek sêva ku di ortê re hatiye parçe kirin e. Aliyekî xwe ÅŸadî û bextewarî aliyekî xwe êÅŸ û tenêtî. Lê di wêje û hunerê de ne wisa ye. ÊÅŸ û tenêtiya ku di jiyana mirovê hunermend, wêjekar (helbestkar) de tê jiyîn ne wekî ya her mirovî ye. Pires ev e; çi cûdahî di navbera tenêtiya mirovê ji rêzê û yê hunermend de heye? Çima tenêtiyeke bi tenê heye, lê ew tenêtî li ba girse (qelebelixiya) mirovan cihê ye, lê li ba mirovê hunermend cihêtir e!? …
Dema em bala xwe bidin pirsên ku hunermendên navdar ên cîhanê dane vê pirsê em dibînin ku her yekî/ê ji wan li gorî xwe ew pirs pênase kiriye. Ango, li gorî xwe bersivek daye vê pirsê. Lê, li gorî min bersiv ev e: Tenêtiya mirovê ji rêzê tenêtiyeke ku ji bêpiÅŸtevanî, bêxwedîtî û bêderfetiyê de peyda dibe ye. Tunebûna van tiÅŸtan dibe tenêtiya mirovê ji rêzê, yanî tenêtiya wî/wê tenêtiyeke madî û manevî ye. Lêbelê, tenêtiya hunermendî ne ew tenêtî ye. Bêguman, ew jî wekî mirovê ji rêzê hewceyî bi dostan, derfetan û piÅŸtevaniyê dibe. Tunebûna derfetên jiyanî wî/wê jî mîna kesên din dixe nav tengasiyan, û bo kirîna nanekî yan kirîna pirtûkekê yan bi hezkiriya/ê xwe re li kafekê vexwarina qehweyekê, ku berîkîn wê/wî vala bin, ew ê bi vê bêderfetiyê re gelekî biêÅŸe. Lê, ew yek dîsa ne sedema tenêtiya hunermendî, wêjekêr e.
Cudahiya mirovê hunermend û mirovê ji qelebelixê ev e: Cîhana mirovê ji rêzê cîhaneke madî ye û tenêtiya wî/wê jî tenêtiyeke madî ye, lê cîhana mirovê hunermend bidestxistina cîhaneke ku ji xeyalên lirêderketî pêk hatiye. Loma jî, tenêtiya hunermend ne tenêtiyeke madî, tenêtiya wî/ê tenêtiyeke ramanî û hestiyarî ye. Ew her dem li pey xeyalên xwe ye, bi wan re dijî, bi wan re radikeve, bi wan re digere, bi wan re diêÅŸe û dikene û bi wan re bi tenê ye. Pirsên wî/wê hene, ew her dem li pey bersivan e. Ew bi xeyalên xwe jiyanê, mirovan, diyardeyan vediçirîne. Dikeve navenda wan, pirsan peyda dike û li bersivan digere. Di vê rêwîtiya wê/wî ya xeyalkirina cîhaneke dîtir û li rê derketî, pirsên wî/wê bêbersiv in. Her çiqas a ku hunermend dike çalakiyeke tekakesî be jî, lê pirsên wî/wê ne di derbara jiyana wî/ê ya tekakesî de ne. Pirsên wî/ê yên di derbara jiyana hemî mirovan de ne. Lê ev civata mirovahiyê qet ji bersivîn wî re eleqeder nabe, qîmetekê nade pirsên wî/ê. Di dema veçirîna hurgûliyan de tiÅŸtên ku ew dibîne, wî/ê ditirsînîn, xembar dikin, dêÅŸînin û bêbersivmayîna pirsên wî/ê hingê vediguherin tenêtiyeke hunermendî û hunerî. Lê ew êÅŸ, tirs û xem ji wêrekiya wî/ê tiÅŸtekî kêm nakin. Her ku ew di nav tariya mirovî de diçe ew ewqas wêrek dibe.
Erê, mirovê ji rêzê li hemberî tenêtiya xwe bi piranî bêdeng e, lê mirovê hunermend ne bêdeng, ew bi hunera xwe serhildêr e. Bi çi serî radike bi hunerê, hunerê ji ku peyda dike ji xeyalan, xeyal çi çekê didin wî/ê, hêmayê. Yanê hunermend, kesê xwedî xeyal e, xeyal wî/ê dixin pey peydakirina cîhaneke bedewtir.
Cîhana heyî têra wî/ê nake. Cîhana ku ew xeyal dike cîhan û jiyaneke bedew e, pak e, bi dad e. Lê cîhana real qirêj e, genî ye, bê dad e. Loma hunermend dibe qirîna “na” (itraz)ê. Guhên hunermend bi awayekî din dibihîsin, çavên wî/ê tiÅŸtên veÅŸarî dibînin, hestên wî/ê li evîn û humanîzmeke din diçêrin. Hunermend, a ku dibîne, ya ku dibihîse û ya ku hest dike, bi derfeta xeyalê û bi riya hêmayê û bi hêza hizrê vediguherîne hunerê. Dixwaze ya ku bihîstî, ya ku dîtî û ya ku hest kirî bi riya hunerê ragihîne girseya mirovî. Ew bi helbest, roman, çîrok, ÅŸêwekarî, music, teatrel, sînema û dansê dixwaze peyama xwe, daxwaz û îtraza xwe bigihîne girseyan.
Erê, hunermend kesê bi tenêtiyê re bi wêrekî hevaltiyê dike ye. Tenêtiya wî/ê ne ew tenêtiya evîna tuneyî ye, hestên qels, derfetên tuneyî û fikrên valayî ye. Berevajî, tenêtiya wî/ê ya evîna heyî, hestên ku nayên zevtkirin û fikrên lirêderketî ne. Tenêtiya wî/ê ya di nav xeyal û hêmayê de, bi dîtîn, hestkirin û bihîstîna rastiyên veÅŸarî ye. Dema di xeyalê de dibîne, dibihîse, hest dike û dihizire bi tenê ye. Ya ku ew dibîne, dibihîse û hest dike mirovê ji rêzê nabîne, nikare bibîne jî. Loma dema ku hunermend li derdora xwe dinêre ka kesek din jî ligel wî/ê heye da ku xwe tenê hest neke, lê dinêre ku li derdorê kesek wekî xwe tunê, hest nake û nahizire. Yanê li derdorê kes tunê û ew bi tenê ye., Vega dixwaze bi riya hêmayê wê ÅŸahidbûna xwe bike huner û bêje, min dî, bihîst, hest kir û ez dihizirim û ev rastî jî heye. Lê hingê jî li derdora xwe kesî nabîne yan jî kêm kesan dibîne û dîsa bi tenê ye. Ango ew tenêtiya hizrî, hestiyarî, dîtin û bihîstinê ye. Tenêtiya wî/ê di dema peydakirina pirsan de, ku ew pirsên erjeng in û bi bêbersivmayînê re derdikeve holê. Dema ku bi hunerê pirsa xwe bi nav dike û wê bo fahmkirinê raberî girseyan dike, dixwaze ku nasnameyekê ji wê huner-pirsa xwe re peyda bike. Lê ew nayê famkirin û hingê tenêtiya wî/ê duqatî dibe û vega ew, tenêtiyeke duqatî ye.
Lê divê em bîra nekin, çalakiya wî/ê tenêtiya çalakiyeke tekakesî ye. Ew di hundir, dil, hiÅŸ û bedena xwe de ji xeyalên xwe pirsan peya dike, pirs dibin hêma û ji wan hêmayan hunerê diafirîne. Dema ku wî/wê ew huner pêÅŸkeÅŸî girseyan kir, eger ku estetîk, bedewî û dîsîplîneke hunerî û wêjeyî têde hebe, him ên kiryar (alıcı) ÅŸad in û him ji, xwedî huner bi arezûyeke lirêderketî bi tevî tenêtiyeke hundirîn, bextewar e êdî.
Erê, ji pirsên ku ji xeyalên cîhan û jiyaneke bedewtirîn hatine peydakirin û bêbersiv mane, di nav wan bêbersivmayînê de, hunermend tenêtiyeke hizrî û hestiyarî ye. Lê bi tenê tiÅŸtek dikare giraniya êÅŸa pirsan û tenêtiya wî/ê sivik bike û jê re bibe nefes, bibe hêza tehmûlkirinê ya jiyana heyî ku bi pirsên erjen bêbersiv tê jiyîn. Ew jî ev e, di dilekî pak de evînek bêhesêb, delodîn û bêsînor.