Amed
Li navçeya Bismilê panela ziman û edebiyata kurdî pêk hat. Nivîskarên kurd Edîb Polat û Îlhamî Sîdar û serokê DTP’a Bismilê Mehdî Tanrikulu tevlî panelê bûn û li ser mijarê axivîn.
Di roja 28. 07. 2009’an, saet di 19:30’an de li Komeleya Çandê ya Bismilê rewşa zimanê kurdî ya heyî û wêjeya kurdî hat nîqaşkirin. Digel ku pol^îsên Emniyeta Bismilê li ber deriyê komeleyê sekinîn û nehiştin girse tevlî bibin jî, bismiliyan eleqeyeke mezin nîşanî civînê da.
Di panêlê de romanûs Îlhamî Sîdar bi gelemperî li ser rewşa edebiyata dinyayê ya niha û têkiliya zimanan peyivî. Sîdar der barê biryara xwe ya nivîsîna bi zimanê dayikê û xebatên xwe yên dawî jî temaşevanan agahdar kir.
Piştre nivîskar Edîb Polat li ser pêkanîna zimanê kurdî axivî û asta edebiyatê ya niha derbirî û wiha got:
“Em divê rihê kurdî derxin pêş û berhemên payebilind ku karibin bi edebiyata dinyayê re qayişê bikşînin biafirînin. Wêjeya devkî têra edebiyata sedsala 21’ê nake.”
Panel ku ji serî heta dawî ji aliyê kameraya polîsan ve hat kişandin, bi pirsên temaşevanan û bersivên panelîstan bi dawî bû.