logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Piştî referandûmê vê carê Îzlandayê Îngilistan xemgîn kir

Spanya ku ev 2 car bû Kûpaya Şampiyoniya Ewropayê digirt, bi awayekî favorî beşdarî vê tûrnûvayê jî bûbû lê qedera wê he

  • Dîrok: 27/06/2016
  • Beş: EURO 2016

Cemil Oguz

Di Euro 2016 de surprîz didomin: Piştî Spanyayê Îngilistan jî têk çû. Îzlandaya ku yekemîn car beşdarî vê tûrnûvayê bûbû dîrok nivîsandina xwe didomîne. Piştî beşdariya nav 16 tîman, vê carê bi serketina li hemberî Îngilistanê derbasî çarîk fînalê bû.

Îngilistan ku di şoka referandûma veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê de bû, bi serketina Îzlandayê re ji tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê jî veqetiya. Bİ gotineke din Îzlandayê ji Îngilistanê re got, "Fermo tuyê veqetî, wê çaxê ji tûrnûvayê jî veqete." Û got, "Tu çawa ji referandûmê poşman bûyî, ezê te di vê tûrnûvayê de jî poşman bikî."

Tîma Îzlanda butçeya wê 37 mîlyon û 850 hezar Euro ye û teknîk dîrektorê wê Lars Lagerback. Beramberî vê tîma Îngilistanê xwedî butçeya 439 mîlyon û 250 hezar Euro. Yanê 10 qat zêdetir buha.

Dema îstatîstîk, serketinên berê mirov dida ber hev, helbet Îngilistan derdiket pêş, lê gog gilover e û her gav heman tiştî nîşan nade.

Belkî zêde kesî bawer nedikir dê Îzlanda ji koman derê û beşdarî 16 tîman bibe. Îhtîmalek biçûk bû. Lê Îzlandayê tu demê dest ji têkoşîna xwe berneda û wekî duyemînê komê derket û bû reqîbê Îngilistanê. Îngilistanê di vê tûrnûvayê de xweş dilîst, piranî rexnegir li bendê bûn ku Îngilistan dê bi ser bikeve û derbasî çarîk finalê bibe lê Îzlandayê nehişt û ev texmînên rexnegiran têk bir.

Maç bi lez dest pê kir, di deqîqeya 3'yan de Îngilistanê penaltî bi dest xist; Wayne Rooney gog danî ser xala spî û gol: 1-0.

Îngilistan pêş ket lê Îzlandayê zû bersiv da; di deqîqeya 6'an de Ragner Sigurdsson bersiv da. Û di deqîqeya 18'an de Kolbeinn Sigthorsson tîma xwe Îzlanda derxist pêş: 2-1.

Piştî vê di maçê de êdî deng ji golê derneket û maç bi vî awayî bi dawî bû, Îzlanda derket çarîk fînalê, Îngilistan vegeriya mala xwe.

Berî niha Îngilistan û Îzlanda tenê du caran hatibûn hemberî hev, carekê Îngilistan bi ser ketibû, carek jî wekhev mabûn. Îngilistanê di her du maçan de 7 gol avêtibû Îzlandayê.

Îzlanda ku di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî vê tûrnûvayê bûbû, yekemîn car derbasî nav 16 tîman bûbû û ji wir jî yekemîn car beşdarî çarîk fînalê dibe, di çarîk fînalê de bû reqîbê Fransayê.

Û Hodgson çû

Teknîk dîrektorê Îngilistanê Roy Hodgson piştî maçê bêyî pirsan bigire got: "Ez dizanim ez di nav karek li gor encamê dimeşe me... Niha dem hatiye ku kesek din bê ser kar ku van lîstikvanên ciwan û birçiyê serketinê bi rê ve bibe." Hodgson bi vê îstîfaya xwe pêşkêş kir. Hodgsonê 68 salî ji sala 2012'yan ve Îngilistanê bi rê ve dibir.

Ga di Cîzmeyê de winda bûn

Di maça din a rojê de di navbera Spanya û Îtalya de bû. Spanya ku ev 2 car bû Kûpaya Şampiyoniya Ewropayê digirt, bi awayekî favorî beşdarî vê tûrnûvayê jî bûbû lê qedera wê heta vir dom kir: Di maçên 16 tîman ku ji bo derketina çarîk fînalê têdikoşiyan de Spanya û Îtalya hatin hemberî hev. Îtalyayê bi 2-0 Spanya têk bir û ew şand mal.

Di deqîqeya 33'yan de Giorgio Chiellini gol avêt û tîma xwe derxist pêş. Di nîveka yekemîn û duyemîn de Spanyayê ket nava hewldanan lê fêde neda. Û di deqîqeya 90'î de Graziano Pelle gotina dawî got: 2-0.

Bi vê encamê şampiyona dawî Spanya xatir ji Euro 2016 xwest. Îtalya jî di çarîk fînalê de bû reqîbê Almanyayê.

**

Li ser Îzlandayê du nivîsên din:
- Îzlanda û Macaristan 1-1 mendî
- Bê artêş û bê polîsan pûanek girt
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
EURO 2016 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2016

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

news
  • 11 07 2016

Vane 11'yên serketî yên Euro 2016

news
  • 11 07 2016

Portekîzê çiqas, Tirkiyeyê çiqas prîm belav kir?

news
  • 10 07 2016

Fînal li benda sporhezan e

news
  • 10 07 2016

Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt

news
  • 07 07 2016

Fransa û Portekîz dê kap biavêjin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di maça Kamerûn û Komoran de 8 kes mirin

ad

Ji sporê 3 nûçeyên derketin pêş

ad

Festîvala Fîlman a Berlînê dest pê kir

ad

Serokê Juriya Cannesê Spielberg e

ad

2018: 10 nûçeyên di Diyarnameyê de herî zêde hatine xwendin

ad

Wêneyê Rojê: Rojnameger her rêyek dibînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname