Diyarname
Navenda Lêkolînê ya Meclisa TirkiyeYê jî lêkolîn kir û diyar kir ku li Ewropayê bendava hilbijartinê ya herî bilind li Tirkiyeyê ye.
Ji roja roj de BDP (û partiyên berî wê yên li ser xeta tevgera kurd) dixwazin bendava hilbijartinê bê rakirin. Niha CHP jî di nav amadehiyan de ye ku bendava hilbijartinê ya sedî 10'î dakeve. CHP dixwaze bendav bibe sedî 5 û ji bo vê yekê niha amadehiya teklîfek nû dike.
Meclisê li ser bendavê lêkolîn kir
Meclisa Tirkiyeyê niha di betlaneyê de ye û di 1'ê kewçêrê de dê vebe. Tê gotin ku di nav rojeva meclisê de daxistina hilbijartinê dê hebe.
Navenda Lêkolînê ya Meclisê di meha avrêlê de li ser "bendava hilbijartinê" lêkolîneke kir.
Di lêkolînê de li ser mînakên Ewropayê mêze kir, biryarên li ser bendavên yên ku li Tirkiyeyê hatine dayîn, belgeyên navneteweyî û nîqaşên li ser bendavê hatine kirin lêkolîn kir. Di encame de derket holê ku li welatên Ewropayê ji sedî 5 zêdetir bendav nîn e. Li Federasyona Rusyayê sedî 8, li Gurcistanê bendav sedî 7 e û li Tirkiyeyê bendav sedî 10 e û bendava herî bilind li Tirkiyeyê ye. Her wiha di lêkolînê de derket holê ku li welatên wekî Bosna Hersek, Fînlandiya, Îrlanda, Swîsre, Îzlanda, Luksembûrg, Makedonya, Portekîz bendav nîn e.
Mînakên din ên li Ewropayê
Tişteke din ku di lêkolînê de derket holê jî mînakên Avusturya, Belçîkayê ne. Li Avusturyayê mînakek wisa heye: Li herêmekê partî divê herî hindik mebûsek derxe, yan jî li temamê welat divê sedî 4 dengan bigire.
li Belçîkayê jî ji bo hilbijartinê divê li herêmeke hilbijartinê divê sedî 5 deng bê girtin.
Vaye li hin welatan asta bendavê:
Tirkiye: Sedî 10.
Rusya: Sedî 7.
Moldova: Sedî 6.
Romanya: Sedî 5.
Hirvatistan: Sedî 5.
Letonya: Sedî 5.
Komara Çek : Sedî 5.
Estonya: Sedî 5.
Polonya: Sedî 5.
Slovakya: Sedî 5.
Bulgaristan: Sedî 4.
Swêd: Di asta neteweyî de sedî 4 an jî li herêmeke hilbijartinê sedî 12 deng bigire.
Norveç: Sedî 4.
Slovenya: Sedî 4.
Ukrayna: Sedî 3.
Yewnanistan: Sedî 3
Spanya: Li herêmeke hilbijartinê ji bo derxistina mebûsek divê herî hindik sedî 3 deng bê girtin.
Hollanda: Sedî 0.67.
Îrlanda: Bendav nîn e.
Fînlandiya: Bendav nîn e
Swîsre: Bendav nîn e
Lüksemburg: Bendav nîn e
Makedonya: Bendav nîn e
Portekiz: Bendav nîn e
İzlanda: Bendav nîn e
Bosna Hersek: Bendav nîn e


