Diyarname
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Ramazan Demîr ji Yekîtiya Baroyên Navneteweyî (IBA) Xelata Mafên Mirovan a 2017'an girt. Demîr dema xelxat girt wisa got: "Ez xelata IBA ya Mafên Mirovan li ser navê hemû hevalên min ên girtî, yên têne darizandin û yên têkoşîna mafê didin qeb^lu dikim. Di serî de Tahir Elçi ez xelatê wî, kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane, malbatê wan û diyarî gelê Şirnexê dikim."
Di malpera IBA de hat gotin ku Demîr ji sala 2009'an ve bi taybetî li herêmên kurdan ên li Tirkiyeyê alîkariya kesên pêdivî bi alîkariyê heye, alîkariya parêzer û rojnamegeran dike û got: "Demîr ji ber xebatên xwe yên li ser mafên mirovan ên bi nirx du caran rastî sûcdariyê hatiye û bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû maye. Di avrêla 2016'an de j i ber xebata ji bo TUAD'ê (Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan) bi xebatê terorê hatiye sûcdarkirin. Ji ber ku parêzer pê bawer in ku Demîr parêzvanê bê tirs ê mafên mirovan e ew hêjayî vê xelatê dîtine."


