Diyarname
Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Hasan Doğan îro ji qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Dogan li Bodrumê di tatîlê de bû. Îro piştî nîvro ji nişke ve qeyrana dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Taybet a Bodrumê. Digel hemû hewldanan jî nikarîn wî baş bikin û Dogan jiyana xwe ji dest da.
Hasan Dogan di sala 1956'an de li navçeya Abana ya Kastamonuyê hatibû dinê, di sala 1979'an de Beşa Endazyariya Makîne ya Zanîngeha Yildizê xwendibû, di Beldesan a Koç Holding de xebitî bû, 1988'an de bûbû Midûrê Giştî yê Ramsey.
Hasan Dogan di reşemiya 2008'an de bûbû Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê. Dogan ku zilamê hikumeta Ak Partî bû, zewicandî û bavê du zarokan bû.