Diyarname
Li Şîlî ji bo serokdewletî hilbijartin li dar ket û serokdewletê berê, mîlyarder Sebastian Pinera carek din hat hilbijartin.
17'ê mehê nêzî 14 mîlyon hilbijêr di dora duyemîn a hilbijartina serokdewletî de çûn cem sindoqan û deng dan. Dora yekem di 19'ê meha borî de li dar ketibû û berendamê mihafezekar Sebastian Pinera û berendamê çepa navendî Alejandro Guillier mabûn ji bo dora duyemîn. Di hilbijartina li dar ket de Pinera sedî 54.6, Guillier sedî 45.4 deng girtin û Pinera bi ser ket. Pinera piştî vê encamê sipasiya kesên deng dane wî kir û got: "Îro dengê hemû şîlîliyan hat hilbijartin. Em bi dilnizmî û bi hêvî pêşwazî li vê encamê dikin." Serokdewleta niha Michelle Bachelet piştgirî dida Pinera.
Pinera ku yekî mîlyarder e di navbera salên 2010-2014'an de serokdewletiya Şîlî kiribû.