Qeymeqamê Tekmana Erzeromê fermanayek ji bo saziyên dewletê şand û xwest ku li saziyên dewletê ji bilî tirkî tu zimanekî din nayê axivî. Qeymeqam xwest ku hemû karmend li gor vê tevbigerin û yên ku wisa tevnegerin divê derbarê wan de lêpirsîn bê vekirin.
Li ser vê yekê navçeya HDP Û BDP'ê daxuyaniyek nivîsî wî weşand, biryar rexne kir. Di daxuyanî yê de hat gotin ku sedî 90'ê navçeyê bi kurdî xeber didin, dixwazin ew bi vê biryarê vegerin salên 90'î û ewê vê biryarê qebû nekin.


